Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nimêja dirêj] de;

1. bi tirkî jê re dibêjin tesbîh namazı anku nimêjê tesbîhê. yek ji îbadetên mendub e, yanî tu nekî gunehê wî nîne lê ku ji te hat û te kir xêra wê zehf e. dem û daneke diyar jê re nîne lê şafiî bi piranî meha remezanê şeva pêşiya eydê, wê şevê terewîh nayên kirin, dikin. kurmancan belesebeb jê re negotine nimêja dirêj. tu çi qas dikî wekê rêya cizîr û nisêbînê xilas nabe.

nimêj çar riket in. û di her riketekî de li ser hev 75 caran tesbÎh û duaya jêr tê xwendin.

''subhanellahî welhemdu lîllahî wela îlahe îllallahû wellahÛ ekber wela hewle wela quwwete îlla bîllahîl alîyyîl ezîm. ''



13.05.2017 00:02 | endazer