Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evdê gozelê] de;

8. rehma xwudê lê be
dema li ser heyatê, bû qasid ji bo kêf û kenîna gelek kesan, xwudayê banÎ jî li wê dinyayê wî têr bikenÎne, bi rehm û dilovaniya xwe şa bike.
gava din min darî vîdeoyeka wî dikir ku tê de behsa serpêhatiyên xwe dike, bêjeya bergiriya xwe kirin bala min çû ser, bi wateya tedbîr standinê de.
xwezî bi wê kurmanciya wî ya gewr û rewan! û heyfa wê kurmanciya wî ya xweş û fesîh!



09.06.2017 20:57 | endazer

1. wek zilamê şirnexî jî tê nasîn.. orjînaltirîn komedyen û stand-upçiyê kurdan e.. di ber stand-upa xwe re stranan jî li hev tîne û dibêje.. berê qoricî anku ji devê wî bi xwe cehş bûye lê paşê li ser seb û şikayeteke ku dibêje alîkariya lojîstîk daye pkkê ji wezîfeyê hatiye girtin.. di sohbeteka xwe de dema behsa bîranînê xwe yên di hebsa agiriyê de dike ji bo kesên ku dibêjin 'kürt diye bir şey yok' yanî 'kurd tunînin' dibêje; 'lê em çi tişt in, ne xwudê teala em kirine kurd, me me xwe kiriye kurd, te xwelî li me kirî, ne em ji dara diya xwe ketîn me gotiye ay dayê! me negotiye ay anam! zorla güzellik olmaz...' li ser înternetê 6-7 vîdeoyên wî hene.. dido jê li ser çend bîranînên xwe yên qoricîtiyê û hebsiyê û yek jê li ser gavaniyê ye û çar jê jî stranên ku ji bo kalemêrekî, çêlekekî, tansu çiller û barack obama li hev anîne û gotine pêk tê..

meseleyên zilamê şirnexî-qorîcitî part 1:



meseleyên zilamê şirnexî-qoricîtî part 2:



meseleyên zilamê şirnexî-gavanî:



zilamê şirnexî-strana li ser tansu çillerê çêkirî û gotî:



zilamê şirnexî-strana kalemêro:



zilamê şirnexî-strana çêlekê:



zilamê şirnexî-strana ku li ser serokê dyayê barack obama çêkirî û gotî:



05.09.2013 05:26 | endazer