Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dersa bijarte a kurdî] de;

10. saya vê dersê zarok wê êdî bikaribin bi hêsanî darî bernameyên televîzyonên kurdî bikin jê fêm bikin û nûçeyên êvarî yên kanalên kurdî bi ber guhê bavê xwe bixin.. tê bîra min -çi hevokek xweş û levhatî ye ev- berê di malê de bavê min li ser med tv û roj tvyê seyra nÛçeyên bi tirkî jî û nûçeyên bi kurdÎ jî dikir lê ji yekî jî fêm nedikir.. piştî ku nûçe diqediyan berê xwe bi min ve dikir û digot kurrê min ka ji min re bêje çi got behsa çi dikir an çi bûye, çi qewimiye.. ji ber ku zimanê di pêşkêşkirina nûçeyan de dihate bikar anîn û zimanê me di nav malê de bikar dianî yekqet ji hev nedigirt - ne ku ez rexneyan li vê yekê digirim ev tesbîtek e- û tu kesî jî mekteb û medresa vî zimanî nexwendibû.. axirê heta min nÛçeyên êvarî bi serê bavê xwe dixist malik li min diçû mîratê û nîvê ruhê min diçû.. lê êdî nifşên çendî hefteyê du seetan be jî wê bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bibin û ya ji wê jî wêdetir bi hînbûnên xwe yên wê bêtir bikaribin xwe îfade bikin û wê bêtir bikaribin ji çapemeniya kurdî fêm bikin û agahdar bibin.. ji ber hindê wek min berê jî gotiye divê her kurdek eger tu eleqeya wî/wê bi kurdîtiyê re nemabe jî bi ser navê zarokên xwe doz û daxwaza vê dersê ji mekteban bike..



10.09.2013 21:45 | endazer

7. yek ji damezrînerê akpê û parlementerê berê yê nizanim kÎjan bajarî dengir mir mehmet firat li ser hesabê xwe yê facebookê gotiye par 20 hezar xwendekaran û îsal jî 160 hezar xwendekaran teleba dersa bijarte ya kurdî kiriye û gotiye ev hejmar gelekî kêm e û lê zêde gotiye heçiyê kurd be ji kîjan partî û îdeolojiyê be ferq nake divê ji bo zarokên xwe doza dersa bijarte a kurdî bike..



10.09.2013 00:24 | endazer

4. li gorî nûçeyekî îsal 160 hezar xwendekaran ev ders hilbijartiye.. li gorî statîstÎkan hejamrek baş e.. lê li gorî realîteya kurdan û kurdistanê hejamrek gelekî kêm e.. herî kêm divê milyonek xwendekar vê dersê bixwazin û bistînin heta ku destê kurdan di doz û daxwazên wan ên derheqê zimanê perwerdehiyê de biçekî xweştir û rihettir bibe li ser maseyê bazarê li hemberî dewleta tirk..



09.09.2013 20:08 | endazer

1. dersa ku hem ji ber fen û fûtên dewletê û hem ji ber xemsarî û sersarî û sistî û bêxîretî û tirs û newêrekiya kurdan bi qasê ku tê hêvîkirin nayê bijartin.. ji bo bê hilbijartin divê çi bê kirin polîtikayek çawa bê meşandin ez jî nizanim.. çendî pêngavek kêm û biçûk be jî ji bo hevnasîna zarokên kurd ya bi kurdiya nivîskî re gav û pêngavek gelekî girîng e.. divê her zarokê kurd yê diçe mektebê vê dersê hilbijêre eger neyê dayîn jî divê bê xwestin ji ber ev ders çi qas bê xwestin û telebkirin îradeya ji bo doz û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî ya li mektebên kurdisanê jî wê ew çend qewî û qayîm be..



09.09.2013 01:08 | endazer