2. bi pirranî beyana kurdên kurdînezan an kurdîneaxêv e.. heta êvarî li ser sosyal medyayê bi zimanê tirkÎ zirtê zimanê kurdî dide.. lê tu jê bipirsî ji xeynî navê ehmedê xanî û feqiyê teyran ew jî pîrik û bapîrên xwe bihîstine nikare navekî tenê yê nivîskarên îro yên bi kurdî dinivîsin bide.. zimanê kurdî pîroz e.. zimanê kurdî pir pirr dewlemend e ew qas dewlemend e ku gelek caran dema ÎngÎlîz dikevin tengiyê de tên hawara xwe digihînin me kurdan û ji me kurdan çend peyv û bêjeyan kerr dikin.. ji xwe tirkî ji sedan 90 peyvên xwe ji kurdî wergirtine.. pirraniya peyvên îngîlîzî û peyvên tirkî dişibin hev û ji yek kokê rabûne.. mesele egg û hêk.. hindik maye ku ev kurdên ehmeq zimanê kurdî wekê tiştekî entîqe bikin di qutîkekî de û hilînîn mûzexaneyekî de an wekê sofiyên quran nexwendî têxin di qewlikekî de û çi cara di ber re bibhorin ser û stûyê xwe hinekî biçemÎnin û wekê din tu eleqeya xwe jê çênekin.. axx kurdno axx we em mejîreşÎ kirin.. |
|
09.09.2013 23:25 |
endazer
|