Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirov çima parve dikin] de;

2. ji ber ku eger parvekirin tunebûya wê tehm û wate û qedrê tu tiştî tunebûya. bifikirin ku hûn li giraveke îzole ji hemû dinyaya mayî dijîn, we çi bivê li ber destê we ye, lê kesî hay ji we nîne. trajediyeke çi qas mezin?! fors, teşhîr û gelek tiştên din yên li ser parvekirinê ku wek qibhetekî tên dîtin parçeyek ji xweza û fitrata me mirovan e. di hedîseka qudsî de ji bo xwudê dibêje gencîneyek bû xwest bê zanîn ji loma mirov afirand. em jî ew mirovên ku xwudê ji ruhê xwe pif kiriye me dixwazin bi awayekî bên zanîn. hin kes vê ajoya xwe ya prîmîtîv bi awayeke profesyonel vedişêrin hin kes jî nikarin.



02.05.2020 00:16 | endazer