Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gunehê xwe bi stûyê yekî ve kirin] de;

1. biwêjek e ji bo bergerînê bikar tînin. bêtir jî dema tiştekî didî, pêşkêş dikî û yê din jî bêtir ji ber şermê naxwaze û xwe nade dor, tê bikaranîn. yek ji gotinên cihgirtî yên sifreya mêvanan e. tu mêvan dixwazî ser sifrê û mêvan jî ji fihêtiyê an nayê an jî tê û çend pariyan dixwe û xwe jê dide aliyekî. vêca divê tu ji mêvan re çend caran ser hev bêjî ka bixwe, ne te tiştek nexwar. mêvan jî wê bêjî ne min bes e, ez ji xwe hindik dixwim, li malê jî ev qasî dixwim. mêvan çawa gotina xwe bir serî divê peyvê ji ber hilînî û ya xwe lê zêde bikî û bêjî "gunehê min li stûyê te, hey tu fihêt dikî, hey tu nexwî! Û bes bela xwe lê bidî êdî.



21.07.2020 21:09 | endazer