1. navê straneka hivron e.. gotin û mûzîka stranê gelêrî ne.. stran aîdê herêma cizîra botan e.. û ji dev û dengê leyla hamîdayê hatiye berhevkirin..
Hema bû tozo hema bû tozo
Meydana Şaxê hema bû tozo
Mehîn kumêt e cahnîk reş-bozo
Mehîn kumêt e cahnîk reş-bozo
Şêrê sor kuştin xaniye Golozo
Wa hûr de rabe wa hûr de rabe
Meydana Şaxê wa hûr de rabe
Wê lê digeriyabûn kurik û bav e
Wê lê digeriyabûn kurik û bav e
Kuştin Evdokê guhar şerab e
Kuştin Evdokê guhar şerab e
Wa hûr tengîn e wa hûr tengîn e
Meydana Şaxê wa hûr tengîn e
Lê digeriyabûn cahnîk û mehîn e
Kuştin Evdokê guhar zêrîn e
Kuştin Evdokê guhar zêrîn e
Hema bû tozo hema bû tozo
Meydana Şaxê hema bû tozo
Şêrê sor kuştin xaniyê Golozo
Gotin û muzîk : Gelêrî
Herêm : Cizîra BOTAN
Çavkanî : Leyla Hamida
DELALÊ DILÊ MIN
Delalê dilê min delalê dilê min lo tirên hato
Weyla delalê dilê min delalê dilê min lo tirên hato
Weyla delalê dilê min delalê dilê min lo tirên hato
Hey lê lê lê lê … heyla jaro dilo weylo
Heyfika in tê ji wê heyfê
Heyfika min nayê ji wê heyfê
Çawa çavê reş i belek ketiye bin kendalî axê heyla jaro dilo weylê
Heylê lê lê lê lê ….. heylê dinya pûç e weylê
|