Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [salihê heydo] de;

1. dengbêj û berhevkareke mûzîk û kelepora kurdî ye. ji rojavayê kurdistanê ye. nêzikî çil salan li bakur, başûr û rojava gund bi gund digere û stran, gotinên pêşiyan, metelok û cil û bergên kurdî berhev dike, wêneyan digire, dengan tomar dike û dike arşîv heta niha 76 pirtûk nivîsandine, 44 ji van hatine çapkirin û yên mayê jî li hêviya çapkirinê ne. ji van pirtûkan 10 jî dîwanên wî yên helbestan e yên mayî tev li ser mûzîk û kelepora kurdî ne.
wek derwêşê folklora kurdî tê nasîn. tenê bi tomarkirina stranan namÎne her wiha li dû çîrok û srpêhatiya wan stranan jî dikeve û wan şirove jî dike.

''Helbestkar û berhevkarê folklorê mamoste Salihê Heydo di sala 1956’an de li gundê Hesê Oso yê girêdayî Amûdê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund û ya navîn jî li bajarê Hesekê kiriye. Heta niha 76 pirtûk amade kirine û ji wan 44 pirtûk hatine çapkirin û hîn 33 li benda çapkirinê ne. Niha li Zanîngeha Rojava dersdariya meteryala zargotinê û wêjeya klasîk mamostetiya beşa folklorê dike.'' Here lînkê



07.10.2021 16:05 | endazer