Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ayetên quranê yên ku nivîskarên tirşikê ji wan hez dikin] de;

26. Û lefza efela te'qîlûn ku di gelek ayetan de derbas dibe jî gelek kêfa min jê re tê. bi kurt û kurmancî: qey xeber bi serê wan nakeve? qey guhê we ne qul e? û gelek tiştên din ji bo kesên fêmkor û korvawer!



21.11.2016 15:13 | endazer

25. هَاأَنتُمْ هَؤُلاء حَاجَجْتُمْ فِيمَا لَكُم بِهِ عِلمٌ فَلِمَ تُحَآجُّونَ فِيمَا لَيْسَ لَكُم بِهِ عِلْمٌ وَاللّهُ يَعْلَمُ وَأَنتُمْ لاَ تَعْلَمُونَ sureya alî îmran, ayeta 66.
(Em bêjin li ser mijarên kêm zêde hûn jê agahdar in hûn diaxivin bila lê ka çima hûn li ser mijarên ku hûn tiştekî jê nizanin diaxivin, hûn ev in ha! tişta xwudê dizane hûn nizanin)

li ser nîqaşên li ser dînê brahîm pêxember yên di navbera fileh û cihûyan de hatiye xwar, wî wextî cihûyan digot brahîm pêxember cihû bû, û filehan jî digot na wile bi serê îsa pêxember kim xirîstiyan bû, li ser vê yekê xwudê vê ayetê dişîne û dibêje brahîm berî îsa û musa pêxember jiyaye, ne cihû ne jî xirîstiyan e, misilmaneke henîf bûye. erê hûn li ser her tiştê ku kêm zêde hûn tiştekî jê dizanin diaxivin lê ka çima hûn li ser tiştên ku hûn tiştekî jê nizanin diaxivin. tişta xwudê dizane hûn nizanin.



21.11.2016 15:10 | endazer

2. we'tesîmû bîheblÎllahî cemî'en, wela teferreqû!



08.10.2013 22:42 | endazer