Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yahhya] de;

1. stranbêj û mûzîsyeneke nû û ciwan, bi albûma rastî derketiye ber bazara qewî kesad a kurmancî. Ji bilî strana were were(rengesmerê) hemû stranên di albûmê de yên wî bi xwe ne. Xuya ye gelekî li ser xebitiye û xuya ye destê Harûn Elkî lê ketiye yek ji albûmên herî serkeftî û profesyonel yên vê taliyê derketiye holê. Lê wekî her tişteka baş û bikêrhatî di nav Kurdan de qedr û cihê heq dike negirtiye mixabin.
Hêvî dikim hunerê ne ji bo xelkê lê ji bo xwe û hunerê bi xwe çêke, neşike û berdewam be.
Strana rastî, gulîsorê, mahîtab û şemamok gelek xweş in. Strana rastî bi gotinên xwe taybet û cuda ye ji stranên din. Bi zimaneke modern bi Xwedê re diyalogê datîne û gazindan jê dike bê ka çima wek hevîr bistire bi mirov re dileyize?!
Strana rengesmerê xwestiye bi şêweyeke nû û bi terza rockê bêje lê kêfa min jê re nehat, bi min xweş negotiye, ew hestên tenik û kubar yên stranê bi samplên rockê edem kiriye.





03.08.2022 00:04 | endazer