Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurik] de;

2. (bnr: sixme)



03.03.2014 02:49 | endazer

1. navê helbesteka arjen arî ye.. helbest û bi vêgotina êşê destpê dike û bi teswîrkirina hêviyên xweşiyê dawî dibe.. di vegotina realîteya pirsgirêka kurdistanê de îma û îroniyên balkêş dihundirîne..



ka goka te kurik?

xilçê xwe te li ku danî?

hevalên te li ku ne, koza karên te kanî?

dê û bavê te, mamên te?..

kurik, ka bêje çi bû?!

ji Bosna-Licê yî tu,

ji şirnex-Somalî?



xarê te kê rijandin

kurik, hêsrên te ne li erdê?

kê tu berda kolanan, kê tu xist êşa şer de?

tiştên weha Rom dikin,

kurik, dev ji virrên xwe berde!

Sirp hatibin heya vir,

kurik, Xirwatan girtibe ser we?..



navê te Azad e, tu bi xwe bindest î, kurik.

yê birayê te Welat e, tu bê welat î, kurik.

wer, xaniyekî em çêkin ji berên êşên xwe, kurik.

deriyekî tê de vekin, ji hêviyên xwe, kurik.

pacê re ka binêre, tê bi ku de biçî?

ragir barê jîanê, vir Kurdistan e, kurik!



26.10.2013 23:44 | endazer