3. jargona sereke ya li ser zar û zimanên kurdên şoreşger.. lê ev hevalên kurd yên ku ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê alav û argûmentên çepîtî û sosyalîzmê dane ber xwe pirî caran tewangê bikar nayînin û rê li ber şaşiyên rêzimanî vedikin.. wek nimûne: heval endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? şaş e.. şêweyê rast ê vê pirsê ev e.. hevalê endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? |
|
17.07.2013 16:51 |
endazer
|
1. du an zêdetir kesên ku hev û din dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin re tê gotin.. ji peyvên hev û halê tê pê ev peyv.. yanî kesên ku di heman şert û di heman rewşê de ne an kesên ku bi hev re hemhal in.. |
|
09.06.2013 15:39 |
endazer
|