50. divê bê rojanekirin heta li gorî algorîtma çalakbûna di tirşikê de her nivîskar divê bikaribe bibe moderator. Mesele moderatorên demeke dirêj nanivîsin bi awayeke otomatîk divê ji moderasyonê bên avêtin Û di şûna wan de moderatorên nû divê bên teyînkirin. bi vî awayî tirşik wê tim germ bimîne û di hemdê xwe de bipije. |
|
11.04.2020 23:39 |
endazer
|
33. ya rastî jî ew e, ku divê tu kes nikaribe dest tê werde an may di peyamên yekî dî bike, eger ne li gorî formatê be, an tê de dijûn û heqaretên rasterê hebin ji xwe moderator dikare jê bibe, lê dema tu destê xwe li nav peyamê digerînî, tiştinan jê dikujî an lê zêde dikî, hingî ew peyam dibe ya te nabe ya xweyiyê xwe, şûna sererastkirinê, mirov şaşî û kêmiyên tê de bi peyameke taybet ji xweyê peyamê re bêje û binivîse wê çêtir be, bi vî awayî sîstema feedbackê jî wê di tirşikê de bicih bibe, û herkes wê bikaribe kêmî û xeletiyên xwe bibîne û rast bike.. |
|
15.09.2015 00:34 |
endazer
|
20. (bnr: ez bedirxan û nazlican) |
|
14.04.2015 23:39 ~23:58 |
endazer
|
7. divê êdî bêtir bi karê xwe ve rabe.. |
|
29.05.2014 21:19 |
endazer
|
6. (bnr: sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de) |
|
20.02.2014 23:50 |
endazer
|
2. guh nade, rist û rêzika kotaya deh peyaman.. di tirşikê de yên ku qene ji bo derman peyamek jî nenivîsandine mirov dinêre ku bûne nivîskar.. an em mûeseseya çomeziyê rakin an jî bend û bariyera 10 peyaman.. modertoriyê bi vî awayî nabe, moderasyona rastî ne ev e.. * |
|
18.02.2014 23:56 |
endazer
|
1. di xew de ye.. şaşî û kêmasiyên rêzimanî yên di nav peyaman de ji mêj de ye ne tên guheztin û ne jî tên edilandin.. |
|
22.11.2013 00:18 |
endazer
|