5. berî niha sê salan, min rexneyên tund û tûj û bêeman û îman lê girtine, nisretekem, rexneyên min ên li ser bilêvkirina te hê jî baqî ne, lê baş e ku te ev albûm çêkiriye. stranên ''mem'', ''zîn'' û ''ji dil'' di playlîstê de ev çend roj in cih nadin tu straneke din, min hemû ji ber kirin. |
|
17.08.2016 01:13 |
endazer
|
3. albûma ku nisret îmîr bi telafûza xwe ya çewt û çelexwehrî kutaye diya beytên nestêle yên ehmedê xanî de.. mirov berî ku here ber derî û dergehê parsekekî jî bi du sê dengan dengê xwe akort dike, axaftina xwe kontrol dike, evî camêrî jî muhtemelen pêşiyê çend note li hev anîne û paşê rasterê kitêba tiberik mem û zîn vekiriye û beyta dilê wî lê rûniştî hema wê gavê û wê seetê xwendiye û qeyd kiriye.. |
|
24.11.2013 02:05 |
endazer
|