Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku divê bavê mirov pê nehese] de;

8. (bnr: apo ne misilman e)



ez nû ji stembol ji bo tehtîla havînê hatibûm malê, ji ber ku ji derve hatibûm, malê gelekî qedrê min digirt filan, bû sibeh di nav pirtûkên di malê de pirtûka abdullah öcalan ya bi navê bir halkı savunmak, yanî parastina gelekî bi ber çavê min ket, min ji maliyan pirsî gotin, çend heftî berî ciwanan li nav malan digerand me jî yek jê kirrî, axirê min go baş e, heta hingî min öcalan tenê ji televîzyonê û ji devê xelkê û ji sloganan nas dikir, werhasil ez ketim di ber pirtûka gewr de û min du rojan de xilas kir, ez ecêbmayî mam, heta dikarim bêjim ku devê min şeş gazan ji hev ma, bû roja din danê nîvro bavê min hate mal, ez çûm cem min got yabo, min pirtûka apo xwend, bi xwe di pirtûka xwe de li misilmaniyê digire û xwe di ser pêxemberan re digire û dibêje heta niha tu kesî xwe ji bo tu pêxemberî neşewitandiye lê jibo min ev qas insan bedena xwe dane ber êgir û qiyama şêx seîd û hîn gelek tiştên din, dawiyê min got yanî, ya ku ez ji te re bêjim hûn rojê sê danan biserê apo sond dixwin hûn dibêjin welî û qencê xwudê ye, lê camêr hew nemaye dijûnan bike îslamiyetê, min go apo kafir e, çawa min go apo kafir e, bavê min sor bû, xwe aciz kir, go; ''tu û heft bavê xwe kafir in'' pişt re min pirtûk jê re vekir û min yeko yeko qismên ku min bi devkî jê re gotibîn min jê re ji pirtûkê xwend, yek hingî û yek jî dema ku di sala 1999an de hate girtin, ev qasî aciz bibû û qehirîbû..



bavê min hê jî her hilbijartin dengê xwe dide dehap û partiyên li ser tradîsyona dehapê lê heta jê tê li cihê ku behsa siyasetê tê kirin, xwe dûr dide.. û çi ji pirtûkê hat, nizanim, û diya min dema ez ji malê dûr dikevim, dibêje kurê min emanet qencî, haj xwe û eyleman hebe, serî hatiye pîvazekî, heçiyê çû ji kîs xwe çû..



15.02.2014 02:32 | endazer

1. serkeftin Û lêhatin û jêhatinên kur û keçên xelkê..



01.01.2014 22:50 | endazer