Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku ji malên kurdan qet kêm nabin] de;

12. qewlikê quranê tabî, tê de quran nebe jî, her qewlikek bi dîwêr ve heye.. *



22.05.2014 19:40 | endazer

2. - albûma wêneyên xizm û mirovên malê yên di şerê qirêj de hatine kuştin..

- perdeya dîwêr, ku li ser îmamê elî di desta de şûrê wî yê dudev şerê kafiran dike..

- dolabeka kevn ya firaxên ku ji bo mêvanan hatine kirîn lê heta niha carekî tenê jî nehatine bikar anîn..

- heta biçe d'odeyekî de cilnivîn û balgihên nexşkirî..

- qefes û sindoqên nexşkirî, ku li hebsê hatine çêkirin..

- li gundan kulav û li bajêr hesîr..

- sicade anku cilka nimêjê..



10.02.2014 21:23 | endazer