Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [uzay boşluğu] de;

1. biwêj û qalibeke bi tirkî ye, bi Îngîlîzî jê re dibêjin outer space an vacuum of space.. uzay: feza, kozmos, gerdûn, akÎnat.. boşluk: valahî, xalîtî, tişta ne tijî û nedagirtî.. outer: der, derve, xaric, ne tê de.. space: cih, der, feza, valageh.. vacuum: çolahî, valahî, tişta ku tişt lê û tê de nîne, heta hewa jî..

bi kurdî û kurmancî, cara ewil dema mirov têdifikire, îhtîmalên wek; valahiya fezayê, valageh filan tên bîra mirov, li çend deverên kurdî jî ez li qayî van têgehan hatim, lê tu bi serêmin neket û ber dilê min negirt.. ez zanim normalde, eger çalak bûya cihê vê mijarê beşa kul û derdê a tirşikê bû, lê ev sê çar meh in ha çalak bû ha çalak dibe, axirê meccbûr ez jî wek mijareke normal vedikim..

xêra xwe û ya dêûbavê xwe, heçiyê xudan malûmat bila vê têgehê ji bo min wergerîne kurmancî..



13.02.2014 02:00 | endazer