Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pê ve hatin] de;

1. biwêjeke kurdî, bi du maneyan tê bikaranîn..

ya yekê; dema dar û ber û rihekek ber didin an ku fêkî jê çê dibin, tê gotin.. wek;

-îsal sêv bi dara me ve nehatin

-hinara di hewşa me de îcarî bêxêr e, îsal hemû di nav hev de 10 lib hinar pê ve nehatine..

ya didoyê jî; ji bo bi xwe re anîna dahatû yanî pere û tiştên din ên biqîmet tê gotin.. wek;

-ka te çi îşê xwe fêhm kir, te di go ez ê çend mehekî de xwe di nav pereyan de bihêlim?

+pey nekeve hema, neçû serî, tu pê ve nehat yanî..



04.03.2014 06:18 | endazer