Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ey niştiman] de;

6. temamê stranê;



30.06.2014 12:39 | endazer

5. nivîskar û rojnameger û televîzyonkarê kurd hassan ghazi dibêje newa û noteyên stranê bi eslê xwe yên stran-sirûdeka azerî ne, yanî hessen zîrek jî newaya ey niştimanê ji ya sirûdeka azerî wergirtiye.. li ser înternetê min guhdarî hemû sirûdên azerî û yên başûrê azerbeycanê kir, lê di nav de sirûdeka ku newa û meqamê wê bişibe wek ya ey niştimanê, min nedît, min ji hassan ghazi pirsî, go min ji hevalekî xwestiye çawa ji min re şand ez ê ji te re rêkim.. axirê ez ê li hêviya me..



10.03.2014 17:24 | endazer

3. ji xeynî strana ey niştimanê, nota û newaya strana ku rakel dînka jina hrant dînk di bîranîna hrant dînk de diBêje û dîsa strana bi navê ev milkê kurdan ya seîd axayê cizîrî jî hema bêje ji rayekekî ne..

strana ku rakel dÎnk dibêje: http://goo.gl/k49D7u

ev milkê kurdan - seîd axayê cizîrî : http://goo.gl/9DiJBQ



09.03.2014 22:50 | endazer


1. straneka stranbêjê gewre, hesen zîrek e.. ya ecêb û zirecêb tirkên dizzek ev stran dizîne û bi ser navê ankaranın taşına bak kirine malê xwe.. http://goo.gl/6RGP1c



09.03.2014 22:41 | endazer