5. navê helbesteka şairê kurd ê nemir arjen arî ye.. |
|
28.07.2013 09:53 |
endazer
|
3. navê helbesteka abdulla pashew ku li moskowê hatiye lêkirin.. mehmet atlı ev helbesta nestêle kiriye beste û di albûma xwe ya dawîn de stirandiye.. helbest jî û strana ku ji helbestê hatî pê jî di warên xwe de têra xwe xurt û serkeftî ne.. |
|
06.07.2013 15:33 |
endazer
|
1. kaxezên nivîskî ku berê mirovan pê têkilî bi hev û din re datanîn.. di warê têkilî û danûstandinên beşerî de ciyeke girîng digire ev navgîna ragihandinê.. di roja îroyîn de çendî cihê xwe ji mail û posteyên elektronîk re hêliştibe jî hê jî li hin der û deverên wekê hebs û qişleyan ku înternet û telefon lê tune an qedexe ye, tekilî pê nameyan tê danîn.. û hin kesên wekê min ji nostaljiyê hez dikin jî carinan ji delalî û dergistiyên xwe re nameyan dinivîsin û dişînin.. |
|
06.07.2013 15:27 |
endazer
|