Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevoksaziya tirşikvaninan] de;

11. ji bo nimûne hevoka didoyê ya di peyama 9. ya li jêr evê mijarê de mirov dikare wek; yek ji wan fîlmên herî xweş e ku min heta niha temaşe kirine.'' li ber bejna hevoksaziya resen ya kurmanckî bike..



13.04.2014 02:07 | endazer

10. ji ber ku formata tirşikê ferheng e û di ferhengan de jî tişt û kes û bûyer û diyarde têne binavkirin û pênasekirin, û ji ber ku tirşik hema bêje di kategorî û klassmana xwe de nû ye nûxwurî ye, yanî tu nimûne û mestereyeke berbiçav tunîne ku dema likumî xwe pê bigire û dema tengijî hawara xwe pê bigihîniyê, gelek caran dibe cihê sosretên kesanedîtî, ew cureya hevoksaziya ku di peyamên jor de gelek camêran jê gazind kirine min jî wextekî ceriband lê paşê min dît ku ev yek di şûna ku cihê ber piyê kurmanciyê xweş bike û rê û asoyên nû li ber veke, dixe di qalibên pêkenî û pêlêhvok de û cih lê teng dike, min dev jê berda..



13.04.2014 01:59 | endazer