Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kaşanî] de;

5. bi qasê dixweye piştî vê peyamê (bnr:baki gül/39848) dev ji tirşikê berdaye û lêdaye çûye..



peyama wî ya dawiyê ya di tirşikê de; (bnr:baki gül/39895)



24.05.2014 00:08 | endazer

2. navê kaşanê bi min xerÎb nedihat min niha li ser înternetê gugiland Û da ber ger Û pirsê, wek min texmÎn dikir, bajareke kevn û qedîm ê bi ser îsfehana îranê derket.. min berê li ser mîmariya avahiyên li vê herêmê nivîsek xweş xwendibû, di wîkÎpediyayê de dibêje ku şênî û niştecihên vî bajarî tev farisên şîe ne.. mereq dikim gelo bi li kaşamê kurd jî hene eger erê gelheya wan çi qas e, ji kîzan ol Û mezhebî ne û bi çi ziman û zaravayî diaxivin û gelo niştecihên qedîm yên vî bajarî ne an paşê lê hêwirîne..



12.04.2014 17:40 | endazer

1. nivîskareke nû yê tirşikê ye.. peyama xwe ya pêşîn ya di tirşikê de bi zazakî nivîsandiye.. bi xêr hatiye, bila netirse, hevalên me yên zaza jî hene di tirşikê de.. * henek li aliyekî nikarim zazakî binivîsim lê kêm zêde jê fêhm dikim, bi qasê ku ji peyama wî ya pêşîn dixweye zazakiya wî gelekî xurt e..



12.04.2014 17:14 | endazer