Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zaningeha selahaddîn eyyubî] de;

6. gava dî di bernameya seyr-û seyran ya li ser dünya tvyê min guhdarî axaftin rektorê vê zanîngehê yê bi navê ekrem doğan kir, dilê min ji axaftina wî xeliya, camêr dilxwede bi kurmancî diaxive lê çi kurmancî! ji bo bakur dibêje mezopotamya ji bo başûr dibêje güney kürdistan.. * Here lînkê (deqîqeya 16:55 destpê dike)



21.05.2015 22:44 | endazer

3. zanîngeha ku di nav şerê cemaet û hikûmeta akpê de perçiqiye..

tê gotin ku erdê ku cemaetê ji bo kampûsa zanîngehê lê çêke, ji dewletê bi nîvbuhayekî kirrîbû, hikûmeta akpê ji cemaetê standiye..

zaningeh îsal (2014-2015) wê di avahiya xwe ya rektoriyê de dest bi perwerdehiyê bike..

di malpera zanîngehê de opsiyona kurdî jî heye lê ne çalak e.. lê li ser facebookê bi kurdî jî ji bo zanîngehê komek vekirine; https://www.facebook.com/seu.krd?ref=stream

ji bo lansmana zanîngehê vîdeoyek jî amade kirine;



ya rastî ji hemûyan zêdetir ez projeya kampûsa zanîngehê mereq dikim, min înternet li bin guhê hev da lê bi dest min neket..

ne sala bê sala dîtir, min dil heye dîsa bikevim ezmûna zanîngehê û beşa mîmariyê bixwînim, eger şert û merc li hev bên û ev zanîngeh jî heta hingî rûşda xwe îspat bike, dibe ku ez li vir beşa mîmariyê bixwînim..



21.09.2014 04:26 | endazer