Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ajal] de;

1. Babetên ajelan nêzî mîlyonekê ne. Gelek ajelên ku di dewra berê de hebûn nuha nemane: Bo nimûne, gumgumokên pir mezin ên ku sed mîlyon sal berê hebûn. Gelek ajelên din jî hene ku nuha li ber talûkeya tunebûnê ne. Ji ber ku xelk diçin nêçîra wan, an jî jîngeha wan xera dikin. Ajel hem di avê de û hem jî li reşayiyê li her deverê dunyayê hene. Şiklên wan li gor cî û awayê jiyana wan diguhere. Masî bi guhik in, ji ber ku di avê de dijîn divê bikaribin bi alîkariya wan guhikan bêhna xwe bidin û bistînin. Pirça ajelên ciyên sar, pir û gur e. Ajel bi giya û pelên daran an jî bi goştê ajelên din dijîn. Jiyana wan gelek zahmet e, divê hertim xwarinê peyde bikin û hay ji xwe hebin ku nebin xwarina hinekên din. Li vir li ser nexşeya dunyayê tu hin cureyên ajelan û ciyê jiyana wan dibînî. Hin ji wan di parkên ajelan de jî hene.



(bnr: ansiklobediya zarokan)



10.07.2013 15:43 | endazer