Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ev çiya rûspî ne] de;

1. Navê helbesteke nemir arjen arî ye. Helbesteke çarmêrkî ye:



Ev Çiya Rûspî Ne



Di qada şer de pişta me negihişt erdê.

Te şahid bivê, va herekol.

miradkar, bi bext û ol

Va cûdî

Û va ye ev ax!



Kîj wextî bêleheng ma?

Kî gavê bêkêr?

Ev axa bi xêr û bêr

Ji bakur ve serejêr

gebar,

sîmal,

bêxêr...

Her yek şêrko

Ango,

Yek yek Êzdînşêr.



Li piştekê bigerî, va ne:

Ev nemrûd e

Ev agirî ye

Ev Sîpan e.

Kîjan e nerûspî

Heyran

Bêrûmet kî ji van e?



Ronakê lêda çûrisî

Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e.

enîmêr e û dêrsimî,

Ev çiya tûjik e, heyran!



heyran,

Ev çiya destbirakê Sîpan e.

Ku di bin berfê de mane.

Ba hûû dike,

mûnzir pûç î pûç dike,

Zivistan e!



Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.

Têhn vedide l'lûlan ji teqînê.

Stran dikevin pêlên xuşînê,

Şer dîne, şervan dîne

Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de

Ev çiya rûspî ne, heyran!



Me, lome nekir ji wan.

Na na, û ne ji yekî!

Navê lawê xwe kiribe sîpan, kurdekî,

Me lîland,

Loma, bi Sîpan in stranên me

Ka bistrê, heyran!



(bnr: arjen arî)



01.02.2015 23:45 | xendekî