Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kişweran payîz e niha] de;

1. Navê helbesteke arjen arî'yê nemir e. Timamê helbestê:



Ji Kîşweran Payîz e Niha



Sal him bi him zeman pîr dikin.

Heyv li kevan e geh, geh roj li ava

Bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa

Dem kal, ez pîrekal, zeman lal...

Delalê, ji kîşweran payîz e niha!



Payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din

Kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet

Û roj dê raneweste li te bo nebe şev;

Roj derew, şev derew, zeman nakeve xew...

Demsal e... ji kîşweran payîz e niha



Siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman

Qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman

Aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve

Ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê

Çemek dimiçiqe herhal... ji kîşweran payîz e niha!



Li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev

Deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev!

Li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel?

Rûnî bisojîni wan yeko yeko

Tû ê temenê min û xwe bisotînî,

T ê rojekê jî venegerînî ji zeman!



Arjen Arî



02.02.2015 15:40 | xendekî