Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên ehmed huseynî] de;

2. (bnr: bo mihyedînê cizîrî)



Vê sibehê,

tîra dengê te di dilê min de dadiçike,

Xwe vediweşînim,

Xwe bi ser pizota bêrîkirina te de direşînim,

Tu ji min dikevî,

Tu bi nêrdewana xwîna min ji ronahiyê dadikevî,

Çavên xwe ji te re vedikim,

Lê tu ji zindana xewna min direvî

Li destên xwe digerim

lê di bin serê xwe de pêrgî destên te dibim,

dixwazin min ji te bidizin,

dixwazina hawarên min, beriya ku bigihêjin te, birizin,



Lê vê sibehê

dema tu di esmanê min de hildihatî

Hemî rojên belengaz, xwe ji ber şox û şemala te,

didine aliyekî din..



Vê êvarê,

Lal, zîz, sergêj, mîna peykerekî ji kirîstala çîniyan,

li pêşberî te radiwestim,

Rêçên ku ber bi sînga te ve tên, dihejmêrim..

Û sîberên peyvê li ser keviya navê te ji bîr dikim,

Di nav pêlên agirê te yê zeredeştî de rûdinim,

Ji te re serê govendê digerînim

Ji te re hemî stêrkên evîna xwe berhev dikim

û gulwazekê di gerdena te de li pey xwe dihêlim,

Daristana te, Çolistana te me,

Navçe û herêmên êşekêşana te me,

Westan û xwêdana dîlana te me,

De mîna axinên qederê bizinge, bigurme, biteqe!

De mîna pinpinîkekê

li ser gula dilê min,

hetahetayê

bimîne!



Bo Mihyedînê Cizîrî



Vê sibehê,

Baskên rojê didizim, wan bi ser aramiya giyanê te de vedigirim,

Ji şûrên Cizîrê ber bi gurmîna ewrên dilê te ve direvim,

Bi pey serav û rewrewka azadiya te dikevim ey bajarê aşiqan!

Ji peyvên xwe didexisim,

Girtîxaneyên dûr ji yên nêzîk re Jaro Dilo dibêjin,

Ez jî dixwazim peyizokekê ji te re bibêjim,

Lê tiştekî din ji pênûsê dirije,

Dixwazim te himbêz bikim,

Lê tivinga destê çepelan di navbera me de ye,

dixwazim ji te re bibêjim roj baş,

lê dengê min di gewriya min de

bi singoyekî jehrewî

dikujin!



Ehmed Huseynî



04.03.2015 09:02 | xendekî

1. (bnr: ehmed huseynî)



(bnr: şingal)



Şing-Ola minê

Li wir bimîne

Li wê çolistana serberdayî

Bend û ayetên xwedê

Ji pêxemberên serdemê re bixwîne..

Destekî xwe ji Mehbadê re bişîne

Bila di sînga Çarçirayê de

Gula sor a şehîdan biçîne..

Destekî xwe ji Hewlêrê re bişîne

Bila Xanoyê lepzêrîn

sirûdên Kela Dimdimê

Li meydanên azadiyê vejêne..

Û baskên xwe,

Ji Birc û Kelehên Amedê re bişîne,

Bila li Deriyê çiyê

Şêxê Pîranê,

Bi destê pêxemberekî bigire,

Û bagera zagrosan bi gopalê xwe rawestîne..

Dilê xwe yê ji genim û zersosinan

ji Qamişlokê re bişîne,

bila Çekjîn û Hogiran

Bila Helepçeya min a nazik

Li kuçe û kolanan

Li goristana şehîdan bibîne..

Li wir bimîne,

Û bi ava gulan rêbaza evînê binivîsîne..

Brûskvedana qederan li qederan vegerîne

Destên xwe li newqa çiyê bialîne

Û xwîna xwe di dergûşa xwedawendan de

Bilorîne

Bilorîne Şing-Ola minê bilorîne:

Tac im tac

Taca serê Kurdistan im.

Bilorîne..



Ehmedê Huseynî



1

Çiya bangî deştê kir,

Kobanê bersiv da Şengalê:

Li vir im

Li vir im

Li vir im

Navika azadiyê dibirim

Bi baskên xwînê

dê ber bi te ve bifirim..!



Ehmed Huseynî



2

Kobanê

ka were!

serê xwe deyne

ser çoka min

ez ê

ji te re

strana derwêşê evdî

bibêjim

were

ez ê

xwîna dilê xwe

bi ser rihana navê te de

birêjim...!



Ehmed Huseynî



3

Porê te yê reş û dirêj

Bi alî kîjan azadiyê ve dibeze!!?

Destên xwe ji kuştina min daweşîne,

û careke din

ji min re, welatekî,

di azadiya porê xwe de bibîne...



Ehmed huseynî



4

Vê sibehê,

min dixwest tiştekî ji te re bibêjim:

tiştekî bi qasî welatê min şêrîn

bi qasî azadiyê xweşik

bi qasî dilê dayika min germ

bi qasî xwîna şehîdan pîroz

Û bi qasî çavên te xemgîn

min dixwest ji te re bibêjim:

ji te hez dikim!



Ehmedê Huseynî



28.02.2015 17:03 | xendekî