Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojekanim] de;

1. Helbesteke nebez goran e.



Rojekanim



Şemme

Wek manduwêk le jiyan denûm, ta xewn

Be towe bibînim.



Yekşemme

Dexwênimewe, dexwênimewe,

Kitêb be kitêb degerêm,

Ta wişeyekî taze

Bo to bidozimewe.



Dûşemme

Wêlim, be kolanekanî şar da

Wêlim, be kolanekanî xeyal da

Ta le şwênêk to bibînimewe.



Sêşemme

Mest, le meyxaneyek da

Xom le dunya

Le bûn, win dekem

Ta le to da xom bidozimewe.



Çiwarşemme

Tenyam, zor tenya

Wêne ekêşim, bangit ekem

Ta carêkî dî, dengit bibîstimewe.



Pencşemme

Denûsim, denûsim, her denûsim

Ta nawî to, le dêrêk da debînimewe.



Heynî

Basî nakem

Hemû rojekanî heftem,

Wek gwêz bişkêne,

Rojêk niye, toy tiya nebînimewe!



Nebez Goran



08.03.2015 21:27 | xendekî