Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taa ferwerdînek din] de;

2. husên emro vê helbesta xweş bi vî awayî dixwîne:







09.03.2015 02:08 ~02:09 | xendekî

1. helbesteke nemir arjen arî ye.



Taa Ferwerdînek Din



ramûsanan rêz bikim li gerdena te morî-morî

dûra te himbêz bikim, te...

binêr, ferwerdîn hat û buhurî li min û te û

berê me li payîza umr e

temen buharê de xweş e, evîn di buharê de...

hij te kiribim

şewitîbim li ser te, peritîbim parî-parî

bihêl, sayên xewrevên bela bikin zûrîn

kundokên sewthejar bela bixwînin şevê

gund dihise, bajar dibihîze

daxuyaniya evînê me, li devê derî

pêdikevin çirayên korik

pê re ewan-ewan dertên kolanan rohniyên mirî

dest pê dike kurtepistî, çavnebarî

ketibî ser zimanan tu bi zînî

û memê te ez bim heke

şerm meke

veke deriyê dubask

paxila xasxask li min veke

û piştekê bide pişt derî

taa ferwerdînek din

vem-meke!



Arjen Arî



09.03.2015 02:08 | xendekî