Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tûtik] de;

1. (bnr: mirîşk)

di kurdî de li gelek deveran wek mînak farqîn ji bo mirîşkan dibêjin tûtik. ez bawer im ji ber dengê mirov gazî mirîşkan dike wiha hatiye gotin.

gava mirov gazî mirîşkan dike mirov dibêje:

"tû tû tûtû tû tû tûtû..."

tû tû = tûtik



bi vê rêyê hin peyvên din jî çêbûne:

kitik, gava mirov dûr dixe mirov dibêje:

"kit kit e, kit e..."

kit kit e = kitik



herwiha pisîk jî bi heman rêyê, ji bo gazîkirinê jî mirov dibêje:

"pis pis pis pis pis..."

pis pis = pisîk



edît û nedît: min carekî gotibû peyva mirîş peyveke erebî ye, min ji ku bihîstibû, li ku xwendibû, nayê bîra min; lê piştî bertekên hevalan, min vê carê taze lêkola, dawiyê diyar bû mirîşk ne erebî ye. biborin *



07.04.2015 02:05 ~2015.09.18 18:16 | xendekî