Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez di xwe nim] de;

1. (bnr: pêkenok)

rojekî li wargeha xwandekaran xwandekarek dixwaze rakeve lê ji ber qîrevîja oda rex oda wî çi dike nake nikare raze, her çavên xwe digire lê ji ber dengê bilind nikare. axir hêza xwe dide hev, biryara xwe dide û berê xwe dide oda din. diçe ber derî, bêhna xwe dikişîne û derî vedike tam wê bêje "heval dengê xwe kêm bikin, ez dikim razim." lê feqîro derî vedike dinêre li odê civîn e ka partî ye ka çi ye cimeateke mezin tijî ye, ode rê tê de nîn e, heçku wargeh hemû di wê odê de ye. piştî ku dibîne ew der tijî ye hema derî dîsa digire û paşve vedigere û ji "heval dengê xwe kêm bikin, ez dikim razim." tenê ev çend peyv dimînin: "heval! ez di xwe nim!"



23.04.2015 21:47 | xendekî