Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezmûnên fînalê] de;

4. ew ezmûn in ku ez ê cara dawî meha pêşîya me yanî gulanê bikevimê. rast û çep 3 sal çûn ev sala paşîyê ye, îsal ezmûnên vîzeyê baş derbas bûn, man fînal.
li dîcleyê mamoste gelek jê fînalê de zû bi zû derbas nakin paşî bûtê de derbas dikin. ji ber wê gelek cara mirov nîvê dersa dihêle bûtê. tu xwe neêşênî û hinekî rihet û bi tiştên din ve jî mijûl bibî bûtên te zêde dibin; lê encam her wek hev e; tu jî diqedînî ew jî diqedînin.
stresa wê ji bo xelkê gelek e, gelek gelek e; ji bo min me ewqa zêde be jî zêde mijûlahî dixwaze, nêzî du-sê meh pê ve mijûl dibî.
ez vê carê hemûya derbas bikim an jî ji nîvî bêhtir derbas bikim ez ê lê bidim herim cizîrê, serê xwe rihet bikim. ji ber wê ez ê van roja hewl bidim bêhtir bixebitim û herî kêm ji nîvî bêhtir derbas bikim.



26.04.2017 01:33 ~01:34 | xendekî

2. (bnr: ezmûnên vîzeyê)



law a nexweş ez ji hemûyan mame yaw, xwedê bela xwe nedayî van, ma mirov wiha dike yaw, 7 diyar bûne ez ji pêncan mame :/ ev jî îş e. eyb e eyb.



28.05.2015 18:29 | xendekî

1. di Zanîngehan de ezmûnên piştî vîzeyan e, yên encamê diyar dikin in.

ji seda tişteke vîzeyê û ji seda tişteke fînalan tê komkirin li gor nota te diyar dibe.

li Zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê ev hesab bi vî awayî ye:

% 30 vîze + % 70 fînal = +60 be derbas dibî; -60 be dimînî.

*divê fînal ji 60'î zêdetir be.



28.05.2015 18:25 | xendekî