Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hurmuz] de;

1. (bnr: spenta maînyu)



ji wîkîpediya kurdî:

Hurmuz rewan û peywirdariya başî û xêrê ye. Mirov behsa Hurmuz bike, ji ber ku berê mirovên baş, Hurmuz berî bi Xwedê (ahûra mazda) ne, mirov Xwedê tîna bîra xwe. Ji ber vê prînsîbê, carnan peyva Hurmuz di wateya Xwedê de hatiye bikaranîn. Lê di rastiyê de Hurmuz jî di bin ferman û parastina Xwedê de ye. Ji ber ku Ahûra Mazda tevlî karên mirovan nabe, bêalî û birehm e, fitrata mirov azad kiriye daku riya xêrê bibînin, rola Hurmuz bilind dibe.



Li gora baweriya zerdeştî, Ahûra Mazda xaliqê hemû kaînatê ye û her du ruhên ku bi navê ehrîman dihên navandin ji aliyê wî ve hatine çêkirin. spenta maînyu ruhê rastiyê, ronahî û heyatê temsîl dike. angra maînyu jî derewan, tarîtiyê û mirinê temsîl dike. Li gora kitêba pîroz ya dînê zerdeşt, avestayê, şerê di navbera van herdu ruhan de tarîxa dinyayê pêk diîne.



04.07.2015 01:35 | xendekî