Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîrka beşonek] de;

1. lehîstokeke zarokatiya me bû. ez bawer im kes nîn e nelehîstî. belkî li deverên din navê wê bê guhertin.



pîrka beşonek lehîstoka yekî/ê çavên xwe digirt, heta 10/20 an jî 30 carna heta 50yê dihejmart û yên din xwe vedişart, dûvre dema çavên xwe vedikir diviya nehêle kes destê xwe li malka wî bide û libo libo hemûya bibîne. heke yekî/ê destê xwe li malka wî/wê da ew dikare yekê/a din rizgar bike. bi vî awayî yê/ya cara ewil bê girtim ew dikeve ber malkê.



tirk dibêjin: saklambaç

ingilîz dibêjin: hide and seek



11.09.2015 21:53 ~21:54 | xendekî