1. meşûr e, carna wek jinbab jî derdikeve.
gelek meselok û çîrok û gotegot li ser hatine gotin.
zir-dê, jina bavê mirov e, lê ne dêya mirov a esîl e. bi giştî dema jin dimire mêr diçe carek din dizewice; êdî ew dibe jinbava zarokên ewil. an jî "dujinî" ye.
gelek mesele li ser he ne; jinbav zarokên din xweyî nake û qedrê wan nagre, tiştên spehî û xweşik dide zarokên xwe, yên pîs û qetayî û kevn dide zarokên dî.
di gotgotekî de, zarok wilê dibêje jinbava xwe:
"jinbavê kafirbavê
ez birçî ber dolabê"
meselek:
dibêjin jinik ber mirinê ye, radibe wesiyetekî çêdike û dibêje dema ez mirim bila destê min jê bikin û bikin nav milkisî de, dema jinbav li zarokê min bide bila bi vî milkisî li wan bide. cihê destê dêya mirov naêşîne, lê ya jinbavê ne wilo ye.
|