2. li ser medya civakî hin sempatîzanên pdkê (vê ne ji ber pdkê dibêjim, lê yên ev tişt digotin hemû sempatîzanên wê bûn) roja ku nadyayê xelata nobelê standî rexne li nadia murad dikirin: "nabêje ez kurd im, dibêje ez iraqî me; ti carî kurdî naaxive; behsa kurdbûna xwe nake" |
|
09.10.2018 09:33 |
xendekî
|
1. jina kurd a êzîdî. navê wê: nadia murad base taha ye. di sala 1993ê de, li gundê Qoço'yê Şingalê xwedê daye. piştî daîş di 2014ê de davêje ser gundê wan, tevî 6 birayên nadia û dêya wê hemû mêran dikujin û jinan jî ji bo bifiroşin dibin Mûsilê; nadia jî di nava vê hovîtiyê de dibin Mûsilê. li wir gelek tişt têne serê wê û jinên din ên êzîdî. piştî 3 heyva rojkî daîşîyê ew ji xwe re birî, ji bîr dike derî kilît bike, nadia wê rojê direve bi xurtî û heft bela xwe digihîne Duhokê. diçe ewropa. li wir dest bi têkoşîna xwe dike; + dibe qasida niyetpak a netewên yekbûyî, di rûniştinek giştî ya netewên yekbûyî de diçe ser kursî û diaxive, diçe gelek cih û bajar û dewletan, vê êşa xwe û ya malbata xwe û ya kurdên êzîdî li dinyayê belav dike + niha jî ji ber vê têkoşîna xwe hêjayî xelata aşîtîyê ya nobelê wergirt. |
|
09.10.2018 09:22 ~09:25 |
xendekî
|