Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê] de;

1. komeleyek e li Cizîra Botan ev e 3 sal e aktîv e. komele piştî qedexeyê hate vekirin. sazî û dezgehên Kurdî hatine girtin, rewşa bajêr gelekî xirab bû, her der talan û her der polîs; di vê rewşê de hevalên ku dixwestin ji bajêr birevin xwe li xwezayê bidin ev komele ava kirin. komele duçerxeyê weke motîfekî bikar tîne; hewl dide duçerxe li bajêr xuya bike.

komele ji bilî tûrên duçerxeyê yên kolektîv çalakîyên çandî jî çêdike. çalakîyên darçandinê, gemarkomkirinê, hişyarkirinê, bikaranîna duçerxeyê ya jinan û gelekên din.

komele çend klîbên kolektîv jî çêkirin û hûn dikarin li ser youtubeê hemûya seyr bikin, stranên xweş in û bi malbata xwe re mirov dikare seyrê bike:
Cizîr e Cizîr e




Baranê baranê




Elo Dîno




Soryaz




Bêrîvanê




Ez berf im




Haberin var mi




Ha gidî Tûma




Amedîyê




Der kanîyokê Nefel e




30.11.2019 19:44 | xendekî