Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cejna gaxandê] de;

2. berê li kolanên Cizîra Botanê jî serê salê dihate pîrozkirin; zarok û keçên nezewicî diketin pey hev, keçikan çarik li xwe dikir û diçin ber derîyan, destê xwe li derî didan û digotin; "serê salê binê salê, xudê kurekî bide bûka malê" ehlên malê jî çeqolet û xemîrok didan wan.



27.12.2019 12:59 | xendekî

1. cejneka Kurdî ya kevn e. weke cejna sersalê li Kurdistanê tê pîrozkirin. îsal li dêrsimê hatîye pîrozkirin. li gor nûçeya ferîd demîrel: "Li Dêrsimê weke sersal tê qebûlkirin. Li gorî Salnameya Hicriyê tê pîrozkirin. Di çanda kurdên elewî de rojeke girîng e. Di vê rojê de mêrek an jî zarokek kur bi hiriyê riheke spî ji xwe re çêdike û xwe dixe şiklê kalekî ku navê wî Kalo ye, dîsa mêrek an jî zarokekî kur xwe dixe şiklê pîrekê ku navê wê Fato ye. Koma bi serpereştiya Kalo û Fatoyê derdikeve rê, li gund mal bi mal digerin û xwarinê kom dikin, govendê digerînin."

Here lînkê



27.12.2019 12:56 | xendekî