Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [08.01.2020 konsera piştgirîyê ya ji bo rojava] de;

1. konsera piştgirîyê ye ku tişta jê hat wê ji bo rojavayê Kurdistanê bê rêkirin. ez dibêjim ev konsera duyemîn e bi vî şiklî qerebalix e û ji bo rojava ye. dîsa gelek hunermendên kurd ên navdar wê şevê wê ji bo rojava stranên xwe bêjin. nûçeya diyarnameyê wiha ye:

Konsera piştgirîyê ku bi navê "Hunermendên kurd ji bo aştîyê distrên" li dar dikeve de gelek hunermendên kurd dê bistrên. Di konserê de Şivan perwer, ciwan haco, hesen Şerîf, Kadrî karagoz, necmeddîn xulamî, yelda abbasî, xelîl xemgîn, tara caf, Hoşyar Hama Farag, Çoman Reşîd, nasir rezazî dê derdevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.

Hemû hatina ji konserê dê ji bo piştgirîya Rojava bê şandin.

Konser roja 08.01.2020'an li Ostermann Arena (Bismarckstr 125, 51373 Leverkusen) li dar bikeve. Ketina hundir saet 18.30, bername dê saet 19'an de dest pê bike.



05.01.2020 17:10 | xendekî