1. helbesteka feqîyê teyran e, erol şaybak ji bo asoya helbesta kurdî xwendîye, xendekî vîdyo amade kirîye, jêrenivîsa wê jî heye Feqiyê Teyran - Çiya Anî Li Deştê Kir Ji rengê dilbera horî Gul û reyhan li min peyda Zerîfa şeng niha borî şeveq dabû di rewzê da şeveq da erd û asîmanî Li min dilber tu astan î Dixwim sondê bi Subhanî Zuleyxa bû di Misrê da Tu çêtir î j`Zuleyxayê Nih in wek te di dinyayê Dixwim sondê bi Tahayê Munewwer bû di nûrê da Munewwer bû di nav nûrê Kemer dabû li ser sûrê Ji rengê dilbera horê Dilê min tîrekê lê da Li min da tîrekê dijwar Serê tîrê di dil çû xwar Dema ku ez dikim hawar Wekî Mecnûn di deştê da Wekî Mecnûn dimînim ez Fena bilbil dixwînim ez Heta kengê bimînim ez Di hebs û hem zîndanê da Di hebs û hem di zîndanê Wekî Yûsuf li Ken`anê Gelo ya Reb dilber kanê? Neçar mame di vê rê da Dikim hawar dewa lê kî Ku bê carek derman lê kî Welê bejnê tu zahir kî Bibînim ez di cîlwê da Bibînim bejn û balayê Zerîfa şeng û lalayê Neh in wek te di dinyayê Di Tebrîz û di şamê da şukur bo Te ewî çêkir çiya anî li deştê kir Dema ku min nezer lê kir Meşî ew çû di xelwê da www.helbestakurdi.com |
|
09.01.2020 23:39 |
xendekî
|