Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edebiyata kurdî] de;

11. Kîtêba aniha di destê min de ye, romana dusedemîn e ku min xwendin.. nabe nabe!

Ji romana kurdî tistekî kêm e dikim nakim bi ser ve nabim. Ne xweş in yek jî! Min berga ji 200 bêtir pirtûk vekirin 190 ji wan min herî zêde 80 rûpel xwendin û virvirandin refê...



28.06.2016 22:09 | ferhenga şikestî

8. mixabin ne li ser hêma û bingeha estetîkê ava bûye, bêtir dirûvê 'îspatkirina hebûnekê, avakirina nasnameyekê' jê tê..



18.11.2015 22:14 | ferhenga şikestî

7. edebiyata ku niha tevz ketiyê canî..

bi buxtan û îdiayên diziyê dihêje



15.04.2015 20:01 | ferhenga şikestî

5. bi qasî ku min xwendiye û jê fêm kiriye, edebiyata nivîskî ya kurdî jî di nava xwe de dibe du beş

beşa yekem edebiyata klasîk a kurdî ye

ya duyem jî edebiyata modern a kurdî ye..

beşa yekem anku edebiyata klasîk ji baba tahirê uryan dest pê dike. bi giştî berhemên seydayên medreseyê ne, yanê edebiyata klasîk di medreseyên pêşketî yên kurdistanê de şitl dane û geş bûne..

pênasa beşa duyem ango edebiyata modern piçeke şolî ye hin kes hene ku ji cegerxwînî didin destpêkirin hin kes ji koyî û hin kes jî ji erebê şemoyî didin destpêkirin. taybetiya vê edebiyatê ev e ku ji nivîsariya edebiyatê ji kakila medreseyê derketiye û ji xeynî tasawufê têde qala mijarên şexsî û civakî ya jiyana modern hatine kirin..

bi ya min edebiyata modern a kurdî jî dibe çar beş

beşa yekem serdema kovara hawarê ye

beşa duyem edebiyata kurdên qafqaskayê ye

beşa sêyam edebiyata dîasporayê ye

beşa çarem jî ji notî vir de destpê dike û navenda vê serdemê/beşê jî kurdistana bakur anku amed e..



06.04.2015 16:24 | ferhenga şikestî

4. ne wêje ye, edebiyat e..

têbinî: ji bo min tucar peyva wêjeyê dewsa edebiyatê nagire, ev kûrahiya mezin a bi hezar salan bi edebiyatê vebûye bi wêbêjê nayê dagirtin..

wêje bi soranî tê wateya bêjeyê û bi raya min peyva edebiyatê bêtir berfirehtir e û xilas.



06.04.2015 16:11 | ferhenga şikestî

1. ew edebiyat e ku bi zimanê kurdî pêk tê

mîna hemî edebiyatên dî yên cihanê dibe du beş

beşa yekem edebiyata devkî:ji destan, qewlêrk, çîrok, zûgotinok, lorîn, xebroşk, çirçîrok hwd.. pêk tê û bi awayekî dengbêjî û çîrokbêjî yên bi saya serê dengbêj û çîrokbêjan belav dibe. û edebiyata kurdî ya devkî tê gotin ku bi hezar salan li xaka kurdistanê pêk hatiye û hêliştiye ku zimanê kurdî her zindî û jîndar be

beşa duyem edebiyata nivîskî: wekî ku nav jî li ser e ji nîvisarên wek ên helbest, çîrok, fabl, roman, şano hwd pêk tê..

têbinî: mariv dikare beşa duyem jî bike çend beş..



05.04.2015 23:00 ~23:11 | ferhenga şikestî