Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe] de;

113. ez dixwim bejna cinorekî hineki dî dirêj bikim;
ristên; ''çend xarên min wendabûne li newala waweylê'' ji helbesta rênas jiyan a hebhinarkê ye..


Ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên min wendabûne li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdû naşkê
hebhinarkê! ..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê

li çaraliyê çefiya min,
diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin

li çiyayê şengalê,
komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine
perikên wî digirîn li dewsê
tu hogirî van perîkan bûyî
hebhinarka delalî
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî
li ser goleke mêşinî

bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê;
teşiya bê,
destara berfê,
berîvana baranê,,,



03.01.2024 14:52 ~14:56 | ferhenga şikestî

74. Gotineke pêşiyan a tirkan heye "ana gibi yar bağdat gibi diyar olmaz "
Hah di vê gotinê de ana ya rast ane ye ane jî li erênê navê kendalekê ye. yar Jî tirkîya kendal e.



01.12.2019 21:55 | ferhenga şikestî


41. (bnr: jacob riis)



03.04.2016 13:30 | ferhenga şikestî

40. (bnr: andromeda)



10.01.2016 15:36 | ferhenga şikestî


37. -ew wêneya li jêr di 26 mijdar 2015'an de hatiye girtin, li hêla çepê hîv heye, li ya rastê jî dinya heye, heta aniha 24 kes çûn hîvê û 12 kes jî pêl li hîvê kirin

Here lînkê



-germahiya fezayê teqrîbî -270 pîle ye



-navê vê koma galaksiyên fezayê the cheshire cat group of galaxies e. ji roniyên xirabûyî pêk tên

Here lînkê



-di wêneya jêr de welidîna ango zayîna sê gerstêrkan hatiye girtin

Here lînkê



-di wêneya jêr de kuriya reş* heye, heta aniha mezintirîn kuriya reş e ku em pê dizanin. mezinahiya wê ji tavê 20 milyar car mezintir e, ew ji hemî stêrkên galaksiya me jî zÊdetir dibiriqe, not: di galaksiya me de nêzikî 200-400 milyar stêrk hene

Here lînkê



-di galaksiya me de ji xeynî kuriya reş a bi navê sagittarius a'ê ku di navgîna galaksiyê de ye, bi qasî deh mîlyar kuriya reş hene



-ger mîna saturnê çerxeke me hebûya ji dinyayê ve wisa xuya dikir;

Here lînkê



Here lînkê



09.01.2016 13:20 | ferhenga şikestî

29. hirçên cemserê bi tenê di cemsera bakurê de dijîn

penguen jî bi tenê di cemsera başûrê de dijîn



19.04.2015 15:39 | ferhenga şikestî

28. tê gotin ku dema pisîngekê ji qata heft'ê bikeve xwarê, ji ketina qata dozdehê xirabtir e ji bo wê..

anku bi gotineke dî heke ji qata 7'ê bikeve îhtimala mirina wê di sedî de 30'ê zêdetir dibe..

ji ber ku: ji bo ku pisîng bikaribe li ber rewşa ketinê, pozîsyona xwe guncavtir bike, jê re 8 qat pêwist e



19.04.2015 15:36 | ferhenga şikestî

27. ji sala 1968'an heya vir ve serhejmara dinyayê du qat zêdetir bûye



19.04.2015 15:14 | ferhenga şikestî