96
2014.12.08 19:34
Navekû kitêbeke nû li edebiyata kurdî zêdedibe: Mehmet Şarman / Pirça winda... Disala 1983yan de hatiye dinyayê. Ji ber ku li gundê wandibistan tunebû, wî jî bi zanîngehêdest bi perwerdehiya xwe kir. Bi alîkariya bavê xwe fêrîxwendinê bû, bi xwendina pirtûkan jî bûnneyarên hev. Îspanyolî, ingilîzî,fransî, almanî di nav zimanên sereke de ne ku ewnizane. Heya niha qet neketiye girtîgehê, ji ber vêkemasiya xwe pirr ber xwe dikeve. Ew jî weke pîrika xweji şekirê tirş, pîvaz, keledoş û siwarbûnahespan hez dike. Di piçûkahiya xwe de zarokekîpirr nes bû. 1923 caran serê wî şikestiye. Kunebûya nivîskar, dixwest, li Paraguayê bibûyaqijikeke fransî ya lal, ku ji bilî tirkî nizanibe. Çend heb çîrokên xwe di hinek kovaran de bi navê J.K. weşandine. Didawiya dawiyê de: Dixwazedi nava gelê kurd de wek mirovê ku cara yekem pîvazdîtiye were naskirin. Pirça winda, destpêka kulliyata wî ye…
2. pirça ji quna erdoxên qetiyayî ye. tê gotin ku çend hefye berê di mîtînga neb'xêr a akpê de hatiye dîtin. lê belê ew agahdarî hê ji deverên fermî ve nehatiye sererastkirin. li gorî nuçeya anq (ajansa nûçeyan a qungiran)ê tîmek bo dîtina ev pirçê hatiye sazkirin ku tê de sê leşkerên tîmên taybet, biyologek, pisporeke tiba edlî û çend sixûr cih girtine.
|
|
4. (bnr: mehmet şarman ) ji çend çîrokan pêk tê, çîrokên qerfî ne bi xwe jî tinazê xwe dike hêjayî xwendinê ye |
|
5. di kovara zarema de nivîsekî di der barê vê çîrokê de hatibû nivîsandin. |
|
6. pirtûka nivîskarê mezin mihemed şarman e. ev pirtûk neh çîrok di nav xwe de dihewîne. (bnr: axaftina nobelê) (bnr: kûtê binê tenûrê) (bnr: pirça winda) (bnr: çiçino) (bnr: muxtar) (bnr: lawikê metînî) (bnr: azmûna jiyanê) (bnr: serpêhatiyên ferîştehekî nerihet) (bnr: nivîskarê bêmijar) di dawîya pirtûkê ya çapa duyem de, nivîsarek (nivîseke akademîk) lê zêde kirine. ew nivîsarê ku li ser çîroka "pirça winda" ji alîyê fexriya adsayê ve hatiye nivîsandin û cara ewil di kovara zaremayê de hatiye weşandin (hejmara 2.). |
|
7. hem navê pirtûka mihemed şarmanî ye. hem jî navê çîroka 3yem a di nav vê pirtûkê de ye. çîroka "pirça winda" şaheserek e. mirov hem pê digire hem jî pê dikene. bo min, ji çîrokên ku ji bîr nabin, yekê ew e. wekî din, hevoksaziya wê zahv kurdewarî û rûpelên wê bi biwêjan ve tije ye. çîrokek hem ewçend bi sembolan ve tije be ku ew sembol bi mijarên siyasî û civakî ve girêdayî ne, û hem jî li aliyê din wekî ku sembol membol nebin, wek çîrokeke pir basît û herikbar zarok jî bikarin bixwînin. her bijî. herweha, yek ji wan çîrokan e ku mirov bi ketina nav rûpelan bêhtir merakdara berdewamiya bûyeran dibe, bi leztir didomîne ku bixwîne, ka çîrok wê xwe bigihîne kû. |
|