Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

şînok

 MENAF OSMAN

 

 lîs


 2011


 kurmancî

 

 92

 çîrok

 2014.12.10 19:35

 simurg56

 Peroşiya ku gava mirov dest bi xwendina çîrokekê an jî teksteke wêjeyî dike û bi mirov re çêdibe, hestekî cihêreng e. Ji ber ku mirov dê bi xwendinê bibe mêvanê cîhana nivîskar û ji ber ku ew dibetiya ku dê xwendina berhemê, awayê vegotinê û çêja zimanê nivîskar mirov bike mêvanê hest û cîhanên dîtir, gelek xurt dibe li ba mirov û mirov gelek caran heta tu bêjî bes li ser vê hizir û hestên xwe dimîne. Loma jî, gava min dest bi xwendina berhema Menaf Osman a Şînok kir, pêlên van hestên xwendevaniyê car dî li min rabûn. Şînok ku ji hêla Weşanên Lîs ve hatiye weşandin, ji kurteçîrokên ku nivîskêr xwe ji ser xeta (ve)gotina rastiyê nedaye alî, hatiye pê. Her çîroka ku tê de cî daye xwe, digel şêweyê xwe ê vegotinê bala me dikêşe ser kulên ku li mirovên vê xakê qewimîne û diqewimin. Di çîrokên ku di pirtûka ‘Şînok’ cî didin xwe de, çav û bala me diçe ser rastî û rasteqîniyê û her wiha awayê vegotina wê. Û vê yekê gelşa şêweyên vegotinê ên rastiyê car dî tîne bîra me. Û pirsa, ‘gelo wêje çi qas dikare rastiyê bigihîne dîroka siberojê?’ car dî di hişê me de vedije. Helbet nivîskarek dikare çêtir bigire (tercîh bike), xwe ji rastiya bi her awayî dûr bike û vegotina xwe li ser vê xetê ava bike. Lê belê pirsa girîngtir û esasî ew e ku; tiştên ku em dijîn û tiştên ku serdest û desthilatdar bi me didin jiyandin çi ne û çima em van hemûyan wekî rastiya jiyana xwe dibînin ango çima ew wisan bi me ve xuya dikin? Û polîtîkaya berovajî û teredîkirina çandan ku li ser xeta postkolonyal tê meşandin. Di çîroka Ereboka Bişînok de em parîkî be jî hay ji vê yekê dibin. Her çi qas honaka vê çîrokê sist be jî û wekî çîroka seqayî hatibe avakirin jî, di vê çîrokê de, bextewariya xwişk û birayekî ku gava bira, yanê Sîno, bi xwişka xwe re dilîze, jê re kamraniyeke bêhempa ye, tê zimên. Serê pêşîn bala me diçe ser wan û em dibêjin qey em ê çîrokeke ku li ser bextewariya zarokan bixwînin. Di destpêkê de helbet ev yek wisan tê zimên. Lê di pêdeçûn û dawiya çîrokê de em di piştperdeya çîrokê û sedema avakirina vê çîrokê digihîjin. Sîno û xwişka wî Nesrîn, du zarok in ku di gundê xwe de çêbûne, rewişt û adeta gundê xwe wergirtine û hê jî qirêja di bajaran de çêdibin sterîlbûna wan xera nekiriye. Û Sîno ew zarok e ku bi awayekî metelmayî pêşwazî li tiştên nû nake û hişê wî vekiriye ji tiştên nû re. Lê digel vê yekê jî, dikin nakin nikarin li bajêr bibanin û jê ne kêfxweş in; ji bilî wê rewşa ku –mirov dikare bêje beşa ku seqaya girîng a çîrokê di xwe de dihewîne ev e- di çîrokê de bi devê vegotina nivîskêr wiha tê zimên: “Tevî ku ew hatibûn bajêr jî kêfa wan ji lîstikên bajêr re nedihat. Lîstika ku Sîno herî pir jê hez dikir, ereboka wî yî têlînî bû…. Ji bajêr tev de kêfa Sîno tenê ji asfalta wê re dihat. Ji ber ku ereboka wî a têlînî li ser asfaltê xweş diçû. Mîna kert û kortên rêya gund di tiştekî de nedialiqî.” Di van hevokan de, tiştê bala me dibe ser xwe ev e; rêyên asfalt û rastepan ku li bajaran tên çêkirin û mîna ku hemû rêyên lê ‘rast’ bin bi me ve dide xuyakirin. Û kêfxweşiya Sîno ku bes ji ber vê rastbûnê re tê… Her wiha, wek min li jor got, gava em pê de diçin û xwendina xwe a çîrokê bi dawî dikin, piştperdeya avakirina çîrokê bi carekê re, wekî bayekî sirseqemî li rûyê me dixe. Di dawiya çîrokê de, Sîno ji ber ku ji bavê xwe aciz dibe û di tariya şevê de ji malê derdikeve û berê xwe dide deverên bajêr ên ku bi wan nizane û piştî dem û şevekê agahiya kuştina wî digihe dê bavê wî. Sîno di vê gera xwe a bêserûhiş de dikeve destê wan kesên ku zarokan dixapînin, direvînin û li dû kuştina wan, hinav û organên wan derdixînin û difiroşin. A îcar li vir, em bêtir hay ji piştperdeya çîrokê dibin û ew qirêjiyên ku ji kapîtalîzma hovane çêdibin derdikevin pêş me. Helbet bi her kesî ve jî xuya ye ku, xapandin û revandina zarokên biçûk û derxistin û firotina hinavên wan, bes ji bo maldaran e, ku ew bi xwe vê bazarê ava dikin da ku parîkî dî jî temenê xwe dirêjtir bikin ango ji nexweşîna xwe a heyî safî bibin. Û ev qirêjiya dijmirovî ku ancax bi qirêjiya qîmet û hêjatiya ku li perê tê dayîn di pergaleke hovane a kapîtalîst de dikare bê kirin… Û rewiştê ku bi rêya vê bazarê û bi rêya kirinên kapîtalîst ava dibe… Loma jî mirov êdî bi tirsa ku ji ber vê yekê tê avakirin û firandin dilebikin û ji xwe dûr dikevin; ji bîr dikin ku çand û dabûnerîtên wan ên resen hene ku berî her tiştî etîkeke mirovane di xwe de dihewîne; û loma jî ev lebikîna hanê li wan dibe pirsgirêkek û kirin û pêkanînên çandî ên postkolonyal ku bi destê kapîtalîzma hov tê meşandin, roj bi roj bi ser dikeve û mirovan ji xwe, ji çand û dabûnerîtên xwe û ji mirovbûna xwe dûr dixîne. Her çi qas ji ber xema (ve)gotina rastiyê, çîrokên di vê berhemê de sist hatibin honandin jî, em hay di xema esasî a nivîskêr digihîjin; loma jî em dikarin bêjin, çîrokên di Şînokê de wê delîveyê dide me ku em careke dî jî karibin rastî û rasteqîniyê (heqîqet) bidin ber hev


şînok - Tirşik

şînok




    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: