Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Belkî
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

siya evînê

 mehmed uzun

 

 ithaki


 1992


 kurdî

 kurdî

 232

 roman

 2015.05.24 18:17

 kurê xelkê

 "Gava min romana Mehmed Uzun xwend ez şaş mam, çawa di zimaneki de romana peşi ewqasi peşteki, dewlemend ü bi hosteyi dikaribû bihata nivîsîn... Peve çawa zimane romaneke pêşteki wiha kemilî hitabû avakirin. Mehmed Uzun, hosteyê yekemîn ê zimanekî wisa ye." Yaşar Kemal


siya evînê - Tirşik

siya evînê


1. yek jî romanên otobîyografîk ya mehmed uzun e. lehengê romanê memdûh selim beg ketiye nava xelîl û celîl de ango welêt û evîna xwe de. Dawiya kitêbê de hem û welat diçe û hem evîn. hun sax û ez silamet.



2. pirtûka mehmed uzun ê ku di tirşikê de peyama yekem de, bêspoiler dawiya wê hatiye gotin e. *
(bnr: dawiya filmê gotin û rîtin tê de)



3. keserkur bû...bêrÎ bÛ... goç bÛ
ew destpÊka wÊ; çendin ax Û ax da kişandin...ax-a welat, axa-a evinÊ...

'Memduh Selîm beg di koça xwe de pencereyekê dibîne. Pencereyeke pir mezin di navbera erd û asman de. Pencere hêdî hêdî vedibe. Bi dû pencerê re deryake zelal û şîn dixuye. Deryake bê ser û binî di navbera erd û asman de. Tîrejên tavê li ser ava zelal diçirûsin. Tu pêl li ser avê naxuyin. Deng tune, her tişt din av bêdengiyê de ye. Ew li avê û tavê dinihêre. Ew hem din av avê de ye, hem jî li ser avê. Lê ji nişka ve, av li ber wî ji hev diçe û jê cotek kevokên spî radibin û bi firê dikevin. Kevok weke pembû spî ne. Kevokên xweşik, çend car, li ser deryayê difirin û paşê jî, hêdî hêdî bi dûr dikevin û winda dibin. Bi dû kevokan re, av dîsan ji hev diçe û jê keçikeke tazî radibe û firê dikeve. Keçikeke tazî, pir xweşik, pordirêj û bedew. Keçik şil e û tîrêjên tavê li bedena wê ya spî dikevin û dilopên k udi bedena wê re diherikin, dibin weke lûlû û elmas. Serê memikên wê yên çik dibiriqin. Bedena wê bi rengekî helesor diçirûse. Bejna keçikê carina dirêj dibe, carina jî weke bejna zarokekî, kin. Keçik ber bi Memduh Selîm Beg difire û tê nêzîkayî lê dike. Lê belê, tu carî ew xwe nagihîne wî. Ew, çend caran, li dor Memduh Selîm Beg, ber bi jêr û jor, xwe ba dide. Lêvên wê jî dilîzin, lê Memduh Selîm Beg dengê wê nabihîse. Paşê jî, keçik, rûyê wê ber bi wî, berepaş difire û winda dibe.
Bi dû windabû keçikê re, derya jî winda dibe. Nexêr, ew winda nabe, lê di derekê de xelas dibe. Dîsan pencereyeke mezin li ber Memduh Selîm Beg vedibe. Pencereyeke ewçend bilid ku erd û asman jê hatiye pê. Li pey pencerê jî din av bêdengiyekê de tişt, meriv, cih û deverên dixuyin.
Memduh Selîm Beg, ji pencerê, li wan dinihêre ku bizanibe ka ew çi ne û kî ne…'

http://cinorek.org/2012/08/22/goca-mehmed-uzun/



4. yitik bir aşkın gölgesinde



5. êşa bêdawî ye.. tim caran li ser vê pirtûkê difikirim yekem pirtûk e ku bandoreke ewqas mezin di dilê min de hiştiye



6. pirtûkekî gellekî xweş û bedew e. belê di wêjeya kurdiyê de gelek nivîskarên baş hene. lê wek mehmed uzun ji nav wan nivîskaran derneketiye ku romanekî otobiyografîk wisa xweş nivîsiye. kek mehmed di vî warî da pêşketinek mezin pêkaniye. em nikarin vê yekê nebînin. û ev romana wî jî herhal ez dibêm di kategoriya romanên otobiyografîkê de li ciheke girîng e. bi rastî jî pir xweş vegotiye. meriv dibê "qey ez nava van bûyeran de me". pêşniyara min ji we ra, bixwÎnin.



7. ji alîyê Muhsin Kızılkaya va bi navê yitik bir aşkın gölgesinde li tirkî hatiye wergerandin. Muhsin Kızılkaya destpêka romanê da dibêje "Şebekî ez, Yasar Kemal û Mehmed Uzun em dimeşiyan, Yaşar Kemal gote Mehmed Uzun da go "tu çima romanên xwe wernagerînî tirkîtîyê?" Mehmed Uzun jî gotiye "ma meriv dikare romanên xwe wergerîne ?" wê çaxê Yasar Kemal zivirîye muhsin kuzzulkayayî nihêrîye gotiye tu wergerîne. muhsin jî gotiye temam.. paşê dibêje min werger xelas kir, rojnamevanekî tirk li min pirsîye gotiye tu van roja çi karî dikî, min got ez romaneke kurdî werdigerînime Tirkî. Wî rojnamevanî gotiye Muhsin kuzzulkayayî da gotiye ma di kurdî de, ewqas peyv hene ku wek pê romanek were nivîsîn.. Muhsin dibêje ka bixwînin û hon qirar bidin da ku ewqas peyv di kurdî de hene an na..



8. Pirtûkeke ku ji aliyê Bloga epirtukenkurdi.blogspot.com Here lînkê wek epub û mobî hat parvekirin e.



9. Sirgûn, bêmiradiya evîna nîvcomayî, têkçûn, bêçarebûn û xerîbî… “Na, em siyasetê nakin. Em wek her netewê mafê xwe digerin û xwe diparêzin”



10. yek romanê Mehmed uzunî yê klasîk e. tê de behsa çîroka Memdûh Selîm beg dike. di destpêka fêrî kurdî dibûm min ev romanê xwendibû. tê bîra min ku di hîn ciha de giriyam. Mehmed uzunî wekî romanên xwe yên din dîsa janê xistiye pêş û mirov li evîna Memdûh Selîm Begê bi matmayî dixwîne. tê de tê behs kirin ku Memdûh Selîm beg ji ber welatê xwe dev jê evîna xwe berdide û diçe şoreşa Araratê. piştî min ev pirtûk xwendibû Memdûh Selîm beg bibû yek idolek jiyana min. Wekî pirtûka xwe ya bi navê bîra Qederê Mehmed uzunî mirovek gelek delal û hêja diyarî min kir. Dîsa dema nû bi dest kurdî kiribû min pirtûka bîra Qederê xwendibû û bi rastî ew pirtûk bibû mîladek ji bo min. ne hewceye ku li vir behsa zimanê Mehmed uzunî bikim. zimanek gelek herikbar û peyvên sivik bi kar aniye ger ji bo destpêkê hûn pirtûkek diyarî yekî an yekê bikin bi min yekser vê pirtûkê diyarî bikin.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 96
pûanê bide pirtûkê: