Tirşik-Pirtûk

firîna bi baskên şikestî

 helîm yûsiv

 

 peywend


 2019


 kurdî

 

 127

 roman

 2020.02.19 23:11

 simurg56

 Berhemên edebî pirê caran sînorên hebûna madî û ya zihnî, rastiya dinya derve û ya derûniya lehengan serobinoyî hev dikin, ji xwe edebiyat hinekî jî derbaskirina sînoran e. Lê ev berhem di sînorê jiyan û mirinê de pêl dide. Li bajarekî ku bi ewrên reş yê mirinê hatiye dorpêçkirin, li pey şopa evînekê digere. Evîneke wisa ku ne tenê li ber xwe dide û dijî, lê ew mîna şitleke kesk di nav kavilên cîhaneke wêranbûyî de serî hildide. Rihê xwe xistiye kefa destê xwe û ber bi rojeke nû ve dimeş e. Her çendî baskşikestî be, dîsa jî ber bi perê asîmanan ve difire.


firîna bi baskên şikestî - Tirşik

firîna bi baskên şikestî


1. pirtûka ku min bi saya koma xwendinê ya tirşikê xwend. roman e lê her wiha dişibe dokumanterekî an jî teksta nivîskî ya dokumanterekî. bi saya pirtûkê pê hesîyam ku 5 sal di ser şerê kobanî re derbas bûye. lê heçko hê doh bû. wisa bi zelalî tê bîra min her tişt. pirtûkê ez birim wan rojanî hestên me yên wî wextî û alozîya di gîyanên me de. ji "duştu duşuyor"a kerdogan bigirin heta hatina pêşmergeyan û şerê şengalê û çalakîya arîn mîrkan... pirtûk dihêle ku piştî salan nifşên nû, wan rojan bijîn. tê de gelek sahneyên dilsoj hene, gelek ji wan klasîk bin jî yek ji wan gelkî bandorê li min kir. ew jî wasîyeta şîrînê bû ku digot "eger ez bimrim, bi destên xwe axê bavêjin ser min. bi bêran wê axê neêşînin ku min canê xwe jê re feda kiriye". nivîskar serê her çend rûpelan de heman gotinan dubare kiriye, yên wek: şer dijwartir dibû, xwedîyên alên reş û bêguman dijminên ku ji çar alîyên dinyayê hatibûn... vê yekê dîrekt pirtûka ez ê yekî bikujim ya firat cewerî anî bîra min ku wî jî tê de her tim digot "ew bajarê ku min ji bo azadîya wê têkoşîn kiribû..." îşelleh ji ber vê yekê nebim sedema şerek din, di navbera wan de: (bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî) di romanê de nivîskar xwestîye bûyeran ji çavên karakterên cûda bide nîşandan. mixabin, ez nikarim bêjim ku di vê teknîkê de serkeftî bûye. ji ber ku beşên ji devê hemû karakteran jî tev bi heman şêweyê bû. bi heman zimanî bû. bûyer heçko %90 fîlan ji çavê vegotîner ve hatîye nîşandan. nikarim bêjim ku vê teknîkê tiştekî giring li pirtûkê zêde kiriye. lê tabî zerara wê jî tunebû. yek alîyê wê yê din jî ku min jê hez nekir, sûrrealîzma tê de bû. axaftina miriyan di navbera xwe de, gihandina wan ya dokumentan li ber destê zindîyan, dara gwîzê, keskbûna çavên rodî û hwd. yek ji van jî ne hewce bû. pirtûk wek dokumanterekî ye û jixwe %100 rastîn e, ji têra xwe zêdetir trajîk e. ne tiştekî xeyalî ye ku mirov bikare an jî pêwist be ku atmosferek wisa biafirîne. şûna van hêmanên bêfeyde, çîrokên lehengan hinek din bihatina xemilandin, çêtir bû. welhasil, pirtûk ne xerab bû. min 81 pûan danê. ji ber ku pirtûkê hişt ku ez hinek be jî ji çavên niştecihên kobanê, bûyeran bibînim. bi rastî jî hestek gelek cûda bû.



2. pirtûka ku min vê mehê bi koma xwendinê ya tirşikê xwend. romanê ez kelogirî kirim. lê ne ku ez ji ber serkeftîbûna romanê kelogirî bûm, hetta ez dikarim bêjim wek romanek, romaneke gelek xirab bû. rojên xirab û berbad ên wan rojan hatin bîra min. gelek tişt li jor jî hatiye gotin ez naxwazim dubare bikim. roman behsa şerê kobanîyê û êrîşa terorî ya daîşê dike û di nava romanê de jî çîrokeke evîniyê heye. aniha eger em bêjin ev roman e, divê em bêjin romaneke binkeftî ye. çimkî em dema romanê dixwînin em rastî karekteran nayên, du alî hene, yek kurd in, yek daîş e. yên kurd hemî pirr baş in, qenc in, mîna hevudu difikrin, mîna hevudu tevdigerin, di navbera wan de nakokiyeke şexsî û civatî tune ye tew melayîket in. ev hinekî dişibe fîlmên yeşîlçamê, eger di dawiya romanê de çekdarên xwînmij yên daîşê bihata lêborîna xwe bixwestana, ji kirinên xwe poşman bûna, wek efekteke yeşîlçamê di dawiyê de rêya rast û heqîqetê bidîtana min ê bigota bi şeref helîm yûsiv hemî fîlmên yeşîlçamê jiber kirine lê wek hûn jî dizanin helîm yûsiv bi tirkî nizane, ji ber ku bi tirkî nizane dawiya romanê wek mutlu son'a yeşîlçamê nekiriye. îro ro tu navê lehengên romanê veşêrî û pasajên lehengan binî tu bipirsî kîja ji wan cîhan e, kîja ji wan rodî ye, kîja ji wan perwîn e, kîja ji wan ''dara gwîzê'' ye ? bi şeref ti evdekî xwudê nikare bersivê bide. çimkî helîm yûsiv karekter ava nekiriye, hemî lehengan bi hest û ramanên xwe bi dev û ziman kiriye. yanî tu nikarî rodî ji dara gwîzê cihê bikî êdî bêjim çi! ger em ne wek roman, wek belgeyek, dokumanterekê binirxînin, ango em bêjin ku ev belge ye, lê vêcarê jî em divê bipirsin, di belge û dokumanteran de çima mirî ji gorê radibin û diaxifin? yanî bi ya min helîm yûsiv xwe wek berpirsek hesibandiye. erka nivîsandina dîrokê li ser milê xwe bar kiriye loma xwe ji bobelat û şerê kobaniyê berî nekiriye, ji bo xatirê xatiran rabûye romaneke wisa lê kiriye. halbûkî kêfa min ji zimanê helîm yûsif tê, ez hej ji kurmanciya wî dikim. bi ya min bi nivîsandina kitêb pirr ecele kiriye, kitêb bixwe 127 rûpel e îroj tu herî nûçeyên wan rojan derxînî dê jixwe ewqas rûpel nûçe derkevin. li şûna bicîhanîna erka xatirê xatiran, belge û dokumantên xwe hazir bikira û bi salan biponijiya, karekterên serkeftî li gel çîrokeke seyr û balkêş ava bikira û dûra vê romanê wek destaneke berxwedanê binivîsiya dê sed car çêtir bûya.



3. Yekemîn pirtûka di koma xwendinê ya tirşikêde hatî xwendin e. Pirtûk çîrok û naveroka dokumantereke li ser şerê kobaniyê, vedibêje. Weke dokumanterekê buyerên giring bi pirtûkê qeyd dike û wan rojan tîne bîra me û li me dide jiyîn. Ji bo ku bikare bibe roman bawerim divê rêkûpêk bun û lihevhatinek lê hebe lê pirtûk ne weke romanekê hatiye honandin, loma naşibe romanekê. Zimanê pirtûkê zelal û rehet e, piştî pirtûka şevek şîzofren ewqas rehet bu xwendina vê pirtûkê ne bihesab! Di pirtûkêde dehan çîrokên curbecur hene û loma jî mirov nikare mitala xwe bide derekê. Çirokên di çîroka serekede ne bes in di dawiyê de hin çîrokên nu li paşiya pirtukê hatine rêzkirin. Weke mînak çîroka zarokê êzidî yê ji aliyê malbata xwe ve hatî terikandin çi li pirtukê zêde kiriye? Buyer gelek in, hatiye xwestin hemu cih bigirin lê ji çîrokeke serkeftî re cî nemaye. Çîrok ji devê sê kesan ve tê vegotin; Rodî, Cîhan û dara gwîzê, ber dawiyê ve Rodî dimire û vebêjer şuna wî bi heman şêwazî didomîne. Nizanim ev îronî ye yan na lê keyfa min jê re nehat. Ji xwe beriya wê jî her vebêjer bi heman peyv û şêwazî diaxivin. Pirtukeke giring e ku li ser şerê Kobanîyê hatî nivîsîn lê bawer im wê pirtukên gelek xurttir bên nivîsandin.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 81
pûanê bide pirtûkê: