Ferhenga înteraktîf
min navê xwe kola
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-min navê xwe kola

1. navê helbesteke rojen barnas e. ciwan hacoyê me jî ev helbest kiriye stran. di flîma press de ev stran lê dide ku (vbnr:bîner)an mest dike.



29.06.2014 18:26 | xendekî

2. (bnr: min navê xwe kola li bircên diyarbekir)



29.06.2014 18:43 | endazer

3. gotinên helbestê:



min navê xwe kola li bircên diyarbekir

gava ku stêrk

li esmana stûxwar,

gava ku ney û blûr û tembûr

û dehol û zirna sar bûn.

û cobar

ne dixuşin di nivînên xwe de seraser

sosin û beybûn û rihan

ne d'bişkifin di bûtikê de.

tariyên giran

tûj û kûr

bi zûrezûr û bi orîneke jakaw

bê fikare, bê paxav dihelişî dikumişî li ser welatê min.

bi giyanek pola

min navê xwe kola

min navê xwe kola li bircên diyarbekir.

wek bebelisk

wek moraz

wek bagarek gurr

min eniya têkoşînê

min di eniyek de şer kir li hember xwînxwara

bi dilawerî

bi bîrûbawerî

min têkoşîn û berberî kir

û min navê xwe kola li bircên diyarbekir.

ez welatparêz im,

ez mirovperwer im,

ez li ber bircên diyarbekra rengîn

şêx seîdê kal,

bijîşk fuad im

ez bavê tûjo me lo!...

şoreşger im.

min navê xwe kola li bircên diyarbekir

dema şefaq da di sîpan de dema ku lêvên esmên

di singa sîpan de sor dikir bi beşerûkî.

ez di deriyê niştîmanî de ketim hundir

min deriyê neteweyî bi zerzenga xemiland

û li ber deriyê serxwebûnî şer kir.

bêweç ma bû baxçeyê

deriyê felatî min tê de şaxên serbestiyê çikand

tovê xawêndariyê werkir.

min navê xwe kola li bircên diyarbekir.

ez şêx seîdê kal,

bijîşk fuad im pêşmergekî bê nav û bê nîşan û qevdekî ji pincara welat im.

ez duh şehîd bûm îro, nûhat im.



Helbest: rojen barnas

Muzîk: ciwan haco



29.06.2014 18:44 | xendekî

4. navê kilamekÎ pir xweş ê ciwan haco.. hêdÎ hêdî dibê ciwan..

ji ber wê yekî kurdî pir baş nizanibi jî xweş fahm dike..





29.06.2014 19:19 | rûbar payîz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» min û te
» navên bizinan
» xwedênenasî
» kolankî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî