Ferhenga înteraktîf
beş kardeş
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-beş kardeş

1. rêzefîlmek onur ünlü ye. nizam çima vÊ carÊ bi ay yapım re çÊdike. ihtîmaleki mezin lÎstikvan ev bin; serkan keskin, ali atay, osman sonant, cengiz bozkurt. ahmet mümtaz taylan niha rêzefîlmeki de dilÎze belkÎ ew tine be.



rêzefîlm li ser 5 birayÊ, birayê mezin serkan keskin e. herdu birayÊn din ne xuya ye, belkÎ özgür çevik Û alican yücesoy belkÎ jÎ sermet yeşil Û nadir sarıbacak bÊ. nadir sarıbacak hebe zehf xweş bÊ.



17.07.2014 13:53 | xwelî li ser

2. xwediyê kadroyek baş e. lê xwedê bike dîsa nebe karek wek ben de özledim û armanca wan dîsa ne xwarina nanê leyla ile mecnun be.



17.07.2014 16:47 | simurg56


5. rêzefîlma ku beşa wê ya duyem îro tê weşandin.

min piraniya beşa yekem temaşe kir. ne xerab e, nabe ku mirov yekcar hêvî jê bibire lê zêde hêvî jî neda min.

jixwe, onur unlu bixwe jî gotibû ku wê vê carê nebe komediya absurt, digot vê carê xwestine rêzefîlmek klasîk bikişînin.




rêzefîlmê de tişta ku herî zêde bala min kişand, karakterê nazim e. ku navê xwe ji nazım hikmetê helbestkar standiye. te dît onur unlu bi xwe jî bi navê xwe yê din -ah muhsin unlu- helbestan dinivîse, ez bawerim tenê ji bo xwe vî karakterî li rêzefîlmê zêde kiriye.




min niyet heye li çend beşan temaşe bikim û wilo biryara xwe bidim.



23.02.2015 21:41 | simurg56

6. mixabin çênebûye. karakterên îmamê mizgeftê û çepgirê romantîk dikariyan bibin fenomen lê ji bo karakteran nekarîne senaryoyek resen binivîsin. ji aliyê din be têkiliyên saît û hezkiriya wî ya kevin jî zêde bîhna mirov zêde zêde teng dike. têkiliyek bêwate û zarokane ye û ne romantîk e, me dramatîk e ne jî komîk e.

jixwe di destpêkê de onur unlu gotibû: yên ku leyla ile mecnunê dixwazin bila biçin li leyla ile mecnunê temaşe bikin. ev ê rêzefîlmek nû be.



23.06.2015 23:21 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşa ferhengê ya tirşikê
» kardeş payı

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî