Ferhenga înteraktîf
min dilê xwe da te
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-min dilê xwe da te

1. xweş stranek e ku ji aliyê aşiq nûredîn cizîrî ve tê gotin. gotinên stranê yên kê ne û meqamê stranê kê daniye nizanim lê berê min ji çend stranbêjên din jî guhdarî kiriye ev stran.



''min dilê xwe da te, gava min hej te kir

te firotim erzan, te çû yekê xwe kir

piştî te bêbextê, evîn li xwe tobe kir



te bi serê'm sond dixwar, te digo vî zimanî

kesek dî ji te pê ve, şa nabe bi vî canî

carkî te ji bîr kirim, te min bi bîra xwe nanî



keçê te ez xapandim, derdê min gelek kir

tu car bê te hevalan, henekê xwe bi te kir

tu bikevî bindestan, tu û mêrik bin hev nekin



ev çend sal in bi te re, min bi te re derbas kir

piştÎ min te mêr kir, nûka min te nas kir

te sozek bicih nanî, te bi xwe re min xilas kir''



aşiq nûredîn cizîrî - min dilê xwe da te; http://www.youtube.com/watch?v=8loJLvTupHc



16.12.2014 01:13 | uciezkvidyêvp

2. (bnr: min hij te kir)



16.12.2014 02:23 | xendekî

3. straneke xweşe lê xwezî uciezkvidyêvp lînkeke din bida. an jî qet link neda ku me weke helbestekê tenê bixwenda. ji ber ku vîdeoya jorê, stran li ber çavên min reş kir. vîdeo tijî nivîsên êrebesk, tirkî, wêneyên bê mane û beredayî ye.

(bnr: bir de sen gitme xewna min)*



16.12.2014 12:30 | nazim tolhildan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» min nedin gotin ulan
» dilê xwe birin tiştekî
» xwedê hebe jî tune be jî xwedê dizane

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî