Ferhenga înteraktîf
jovan bervaj
(8) (0) (5)
di mijarê de bigere
tirşik-jovan bervaj

2. nivîskarê ku bi xêr hatiye.



19.12.2014 23:58 | em in ew lolo

4. ji peyamêt wî diyare başûrê baş dizane û bi soranî jî dizanît.bawerim dê peyvêt soranî bi me re parve biket.em jî dê jê sûd ê hilgirîn.û di dawiya axiftina xwe jî xêrhatina wî dikem.



23.12.2014 02:37 | vêca çiyeeee

5. nivîskarê bûye agir û bi tirşikê ketiye te. di îstatîstikên nivîskarên heftiyê de ji endazer bêhtir nivîsî ye *



02.01.2015 17:46 | berxweda

7. (bnr: formata tirşikê)



02.01.2015 18:59 | azadixwaz

8. dînamoyê tirşikê ê van rojên dawîn e. destê wî sax be. dema ku dil dike bê navber dinivîse. xwedê bike her dem bi heman tempoyê ve binivîse.



26.01.2015 22:03 | nazim tolhildan

9. gelek jêhatî ye maşalleh. di mijarên cûr be cûr de dinivîse û xweş dinivîse.



30.01.2015 22:46 | simurg56

10. kedkar e. peyamên dirêj dinivîse ku keda destên wî bi xwe ne.

ger wê demê ne mûsaît bim jî paşê teqez di demek guncan de lê vedigerim û dixwînim.



16.02.2015 19:31 | simurg56

11. nivîskarê jêhatiyê ku peyamên wî di bêrîka wî de hazir in. herê xwedêjêraziyo ev peyamên dirêj çawa di çend kêliyan de lê dikî û raberî me dikî. de baş e xebata te berdewam be.



17.02.2015 00:04 | ceso

13. (bnr: miroven nimûne)



17.02.2015 00:09 | hûteheftserî

14. Camêr Camêr e, îro dîsa hatiye xwe li tirşikê germ kiriye, geş kiriye.



17.02.2015 00:14 | xendekî

16. nivîskarekî jîr û jêhatî ye, hama xwedê jê razî be, hem tam li gorî formatê ye, nivîsên dirêj û qerresa dinivîse, wek hûn jî dizanin ez ji entryên dirêj hez dikim û dema ku entryeke dirêj dibînin gelek kêfa min têt, bila xema tirşikvanên teral nexwe, cihê nivîsên dirêj û têr û tijî cihê qedrê ye, bila bêrawest her berdewam be..

vê taliyê jî barê moderatoriya tirşikê ya rûpela facebookê jî kiriye li ser pişta xwe û maşalla karê xwe jî gelek baş dike..



24.02.2015 20:22 | ferhenga şikestî

17. mîna motora fordê ye (bnr: dema ez xort bûm wek motora ford bûm)



di du rojan de ji 500an zêdetir peyvan wergerandiye û li ferhengê zêde kiriye. welleh helal be!



10.03.2015 21:05 | simurg56

18. min jî digot çima çend roj e ku nayê nanivîse, tu nabêjî camêr bi wergerê re mijûl e..

helal be jê re



10.03.2015 21:34 | ferhenga şikestî

19. nivîskarê perê di qaseya wî de gîhaştiye 37.17 TLyî ye *



10.03.2015 22:16 | berxweda

21. bi rastî jî pir xebitiye lê belê xweş nexebitiye. heval konservatuar kengî bû lîmonluk? weke vê mînakê gelek û gelek şaşî li ferhengê zêde kiriye.



nîşe: Here lînkê



11.03.2015 17:59 | mergehez

22. ber bi hezar peyvan ve diçe. hinek xeletî di wergeran de heye lê bi giştî ne xerab in.

erê, weke her kesî pêşîn peyvên kurd werdigerîne *



11.03.2015 18:09 | simurg56

23. Law perê wî bûye 60 tl weeee. Helal be jê re.

(bnr: destxoş kakagiyan)



11.03.2015 18:28 | xendekî

24. nivîskarê tirşikê ye ku gelêk serkeftî ye. Ez ji nivîsên wê gelêk kêfxweş dibim.



jêhatîyê xwe niha daye li ser wergerê. homa qawet bide jê re.



11.03.2015 20:07 | endazyar

25. heke şaxa wêjeyên honaka zanistî û fantastîkê ya kurdistanê hatiba avakirin, bi çavgirtî namzetê min ê ew bibaya. heke pêwist bibaya min ê ji bo gurrezilam û wampîrên wî mirîşk û helbet ji bo rêwitiyeke demî ya bi çûn-û-hatinê beran û çêlekan qurban kiriba û tiliya xwe ya eşhedê di xwîn de bikiriba û wêjeya erjengê bi xweşgotinan pîroz bikiriba û min ê berê xwe bidaya honaka zanistî ya hişk û diayek ji bo damezrêner û pêşdebirên wê ya gorbihuşt û ji bo hene jî emirdirêjî bikiriba, weleddalîn amîn. *



genciniyekê li ser tirşikê difire, hay ji xwe hebin.



lê belê remlavêj divêt giraniya xwe bide nivîsandinê da ku fonksiyona civakî ya zanyariyê were cihê xwe. ma ne hulo? *







19.06.2016 23:25 ~23:25 | biruya hayao miyazaki

26. Nivîskarê ku herkesî wesfê wî daye û gelek keda wî di tirșikê de çêbûye û peyre bêdeng, bidizî ve hemû keda xwe av û av li boșê berdaye û hemû peyamên xwe jê birine. Çima?

Gelo Çima wilo kiriye? Çima ti kes li ser vê mijarê nesekiniye? Çima weke rasteqînê bêxêr keda xwe li ber avê berdaye?



18.02.2017 14:40 | gumgumok

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» jovan bervaj

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî